Lêgerîna heqîqetê ya heta çiyayan dirêj dibe 2026-09-09 09:03:17   STENBOL - Rojbîn Orgun ya ji ber navê Kurdî li dibistanê bi zextan rû bi rû ma, di temenê biçûk de şahidiya zext û tundiya li hember malbata xwe kir. Jiyana Rojbîn Orgun veguherî lêgerîna azadiyê.   Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyê de (MEBYA-DER) winda kirine de ji bo kesên di dîrokên cuda de jiyana xwe dest dane li navçeyên Stenbolê bernameyên bîranînê pêk anîn. Bîranîna Rojbîn Orgun(Solîn Dêrsîm) ya di 11’ ê Îlona 2020’î de li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dabû pêk hat.   Rojbîn Orgun di 24’ê Tebaxa 1998’an de li Ceyhan a Edenê, yek ji 6 zarokên malbateke Wanê hat dinê. Rojbîn hîna 3 salî bû malbata wê koçî Stenbolê dike. Zarokatî û ciwantiya wê li metropolan derbas dibe. Li Dibistana Şehît Sevda Aydogan dest bi dibistanê dike û lîseyê jî li Samandira Anadoluyê dixwîne. Di pola duyemîn de perwerdê nîvco dihêle û di 2015’an de berê xwe dide têkoşîna azadiya Kurd.   ‘Di demên zextan de navê wê hatibû danîn’   Navê Rojbînê di demên ku nasname û zimanê Kurd di bin zextê de bû hat danîn. Di wan rojên ku astengî li pêş navên Kurdî hebûn, navên Kurdî danîn îradeya xwedîderketina li nasnameyê bû. Dayika Rojbîn Orgun, Şukran Orgun wiha got: “Me ewil got bila navê wê Hasret be. Piştre bavê wê got bila Rojbîn be. Me got bila hem Rojbîn hem jî Hesret be. Me navê wê Rojbîn danî.”   Şahiya zextan kir   Şukriye Orgun da zanîn ku bavê wê di xebatên partiyê de her tim di bin zextan de bûye. Rojbîn 4 salî bû bi ser mala wan de tê girtin. Îşkence li dayika wê tê kirin, êrîşa zayendî li hember xaltîka wê tê kirin. Rojbîn şahidiya wan dike. Şukriye Orgun diyar dike ku Rojbîn li dibistanê ji ber navê xwe zext lê hatiye kirin û dema dihat malê digiriya û wiha got: “Rojbînê digot ‘hevalên min bi navê min keniyan. Gotin navê te navê terorîstan e’. Rojbînê tiştên jiya lêpirsîn kir. Li dibistanê zilm lê dikirin. Wê ev zilm wek heqeret didît.”   Pêvajoya tevlibûnê   Rojbîn Orgun ji gotinên dayika Dilgeş Dersîm ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dide, yên wekî ‘Kurê min ji bo welat şehîd ket’ bandor dibe. Rojbîn ku beriya tevli têkoşînê bibe xwe ji qada têkoşînê dûr dibîne û dibêje wê di nav PKK’ê de di xebatên partiyê de cih bigire.     Ala hevalên xwe yên têkoşînê dewr girt   Rojbîn ku hevalên wê li çiyê jiyana xwe ji dest didin, têkoşîn û baweriya xwe ya bi heqîqetê hîn xurtir dike.  Xwedî li mîrateya hevalên xwe derdikeve û ala wan dewr digire. Di dema şoreşa Rojava de fikrên Rojbînê diguherin. Piştî tevli gerîla dibe dibîne ku jin li her qadê bi hêza xwe cih digirin.”     ‘Piştî tevli PKK’ê bûm min Kurdistan dît’   Rojbîn piştî tevli têkoşîna azadiyê dibe, Kurdistanê nas dike û wiha dibêje ‘Piştî tevli PKK’ê bûm min Kurdistan dît’. Rojbîn bi kifşkirina Kurditanê guherînê jî dijî. Rojbîn guherîna dijî wiha vedibêje: “Bi rastiya xwe re tê rû hev. Mirov dibînin ku pergal mirov çawa diguherîne. Asîmîle dike.”     'Destkeftiyên Kurdan bi saya PKK’ê hatine bidestxistin'   Dayika Rojbîn Orgun, Şukriye Orgun da zanîn ku ya di dilê wê de maye ev e ku xatir ji keça xwe nexwestiye û got: “Ger ku xatir bixwesta û biçiya wê hinek ba jî dilê min rehet bikira. Ez li hember keça xwe rêzdar im serbilind im. Bila têkoşîna keça min sax be. Ez bi keça xwe serbilid im. Dema ez nû ji Wanê hatim metropolê min Tirkî nizanibû. Em ditirsiyan. Me digot wê êrîşê me bikin. Destkeftiyên Kurdan bi saya PKK’ê hatine bidestxistin. Em aştiyê dixwazin.”