Têkildarî cenazeyê Gulistan Doku daxuyanî 2026-09-10 11:13:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Akin Gurlek derbarê doza Gulistan Doku de agahî da û got, "Dibe ku termên wê bi bikaranîna madeyên kîmyewî bi tevahî hatibe tunekirin."   Wezîrê Dadê Akin Gurlek derbarê doza Gulistan Doku de, ku di 5'ê Çileyê de li Dêrsimê hatibû kuştin, daxuyaniyek da. Wezîrê Dadê got, "Der barê kiryarên berê yên hin rayedarên dewletê yên tê îdiakirin desthilata xwe ji bo astengkirina lêpirsînê an jî jiholêrakirina delîlan bi awayekî ne baş bikar anîne, îdia û encamên cidî têne lêkolînkirin."   Hûrguliyên derbarê cenaze de   Wezîrê Dadê ev daxuyanî da: "Yek ji mijarên herî girîng ji bo me dîtina cenazeyê Gulistanê ye. Hin daxuyaniyên di dosyayê de nîşan didin  dibe ku cenaze çend caran hatibin veguhastin. Dibe ku cenaze bi bikaranîna madeyên kîmyewî bi tevahî hatibe tunekirin. Hinek beyan hene û destnîşan dikin ku ew herî dawî birine cihekî li ser rêya Pertekê."