‘Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin’ 2026-09-14 20:47:53   STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî û Zimanxane derbarê vekirina serdema dibistanan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ziman stûna sereke ya çand, dîrok, nasname û xwebûna gelan e û hate gotin: “Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê jî mafekî bingehîn ê mirovan. Divê astengên destûrî û pratîkî yên li pêşiya mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin û ev maf bê misogerkirin.”   Komeleya Lêkolînên Kurdî û Zimanxane derbarê vekirina serdema dibistanan a nû bi dirûşmeya “perwerdeya bi zimanê dayîkê gavek e ji bo aştiya mayînde” dê li pêşiya li pêşiya Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajarê Stenbolê daxuyanî da. Endam û rêveberên saziyên zimanê Kurdî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Statuya Kurdî, perwerdeya Kurdî” û “Statuyê Kurdkî, perwerdeyê bi Kurdkî” nivîsandibû hate vekirin û dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” hate berzkirin. Kirmanckiya daxuyaniyê Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan, Kurmancî jî Rêveberê Zimanxaneyê Haci Erbek xwend.   ‘Divê zexta li ser Kurdî bi dawî bibe’   Haci Erbek destnîşan kir ku êdî bila cudakarî nemîne, ji bo aştî û wekheviyê perwerdeya bi zimanê dayikê bê naskirin û got: “Weke pêwîstiya ji bo qedandina cudakariya sîstematîk û avakirina mercên wekhev û azad di jiyana civakî de, divê weke kêmtirîn şert, perwerdeya bi zimanê dayikê ji pêşdibistanê heta zanîngehê pêk bê. Her wiha, divê zexta li ser Kurdî bi dawî bibe, Kurdî û kurd ji ber hebûna xwe, nasnameya xwe û mafên xwe yên neteweyî bi amûrên darazê neyên hedefgirtin û cezakirin. Ji ber ku tu hebûn û nasnameya gelekî nikare bê cezakirin! Perwerdeya bi kurdî li Rojava jî li her dera cihanê jî xwezayîtirîn daxwaza Kurdan e; Tirkiye jî divê hewlê nede ku modela xwe ya li gorî hînkirina zimanên biyanî û entegrekirina nifûsên koçber, li ser axa kurdan li kurdan bide ferzkirin. Em her cure pêkutî û biryarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê yên li ser bisînorkirina kurdî şermezar dikin û dibêjin ji van polîtîkayên şaş ne li Tirkiyeyê ne jî li tu dera cihanê tu kesî xêr nedîtiye. Lewre divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji vê rêya şaş vegere û rêzê li mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bigire.”   ‘Divê astengên li pêşiya mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin’   Haci Erbek anî ziman ku aştî, demokrasî û azadî li wan tevan zêde dike, ji tu kesî tu tiştekî kêm nake û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku civak li ser heman xakê bi aştî û wekhevî bijîn, qebûlkirineke rasteqîn û rêzgirtina li nasnameyên gelan şert e. Tirsa ji perwerdeya bi zimanê Kurdî, di mahiyeta xwe de tirsa ji hebûn û nasnameya kurdan e û xwesteka asîmîlasyoneke demdirêj di nava xwe de dihewîne. Em vê helwestê ji binî ve red dikin.Ziman stûna sereke ya çand, dîrok, nasname û xwebûna gelan e. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê jî mafekî bingehîn ê mirovan e; di hemû peymanên navneteweyî de hatiye pejirandin û bingeha aştiya civakî ye. Li welatên wekî Swîsre, Kanada, Belçîka, Spanyayê û gelek welatên cihanê perwerdeya bi zimanê dayikê û mafên zimanî di astên curbicur de hatine qebûlkirin û pêk tên. Her wiha, ev mînak nîşan didin ku mafên zimanî yên kolektîf tu xisarê nadin yekîtiya welatan, berevajiyê vê yekê, aramiya siyasî û rêzgirtina dualî xurttir dikin. Wekî Komeleya Lêkolînên Kurdî û Zimanxaneyê, em dibêjin perwerdeya bi zimanê dayikê şerta wekhevî û hevnaskirinê ye; bingeha aştiya civakî û civaka demokratîk e û daxwaza sereke û mafê rewa yê gelê Kurd e. Divê astengên destûrî û pratîkî yên li pêşiya mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin û ev maf bê misogerkirin.”   Çalakî bi xwendina daxuyaniyê bi dawî bû.