Rûyên kevn, maskeyên nû 2026-09-17 11:14:23   "Ezmûna şoreşê ya bi dewletê re, di rastiyê de ezmûna mirov bi xwe re ye. Dema ku desthilatdarî dikeve destê mirov jî, mirov bikaribe adil bimîne; bêyî ku îdealên xwe wenda bike, bikaribe bi rastiyên jiyanê re rû bi rû bibe."   Kurdistan Lezgiyeva   Şoreşek, berî her tiştî bi xewnekê dest pê dike. Hêviyeke ronî ya ji bo siberojê ye ku ji paqijî û bêhesabiya zarokekî îlhamê distîne; xwesteka şikandina zincîrên zengirtî yên nîzama kevn û belavkirina ba û bahozên edalet û azadiyê ye. Ew, ala kesên ku li qadan bilind dibin, sirûdên ku ji lêvan dibarin û baweriya ku di dilan de qet nafetise ye. Şoreş, mîna birûskekê ye ku bi çirandineke yekdemî, tariya sedsalan diderizîne. Lê, piştî ku ew birûsk vedide, rastiya ku di ronahiya beyaniyê de derdikeve holê, gelek caran ji wê utopya ku dihat xeyalkirin cudatir e.   Piştî strana serkeftinê, ezmûna herî dijwar a şoreşê dest pê dike: Bûyîna "dewlet"ê, an jî bi gotineke rasttir, rûbirûbûna bi xwezaya desthilatdariyê re. Şoreşgerê ku heta duh qehremanekî serhildêr bû, îro li ser kursiyê rêveberiyê rûniştiye. Ew êdî bi xwe veguheriye ew hêza ku li dijî wê derketibû û ew hiyerarşiya ku rexne dikir. Her çend saziyên nîzama kevn hatibin hilweşandin jî, karê "rêvebirinê" dixwaze ku bi wê avahiya xwe ya sar û dûrî gel ji nû ve bê avakirin.   Tam li vir e ku ew xewna paqij bi meya jehrî ya desthilatiyê re tê ceribandin. Dewlet mîna makîneyeke sar e ku hebûna xwe di ser her tiştî re digire. Şoreşger jî ew giyan in ku carekê ji bo parçekirina wê makîneyê sond xwaribûn. Lê dema ku li ser çerxên wê makîneyê rûdinên, bixwazin nexwazin dikevin nav nakokiyeke kûr. Yên ku bi soza azadiyê hatibûn, ji bo peydakirina nîzamê neçar dimînin ku sînoran derbas bikin. Yên ku bi lêgerîna edaletê ketibûn rê, rasterast bi ew têgiha sar û hişk re rû bi rû diminin ku jê re "aqilê dewletê" tê gotin.   Dîrok bi mînakên tahl ên vê ezmûnê tijî ye. Gelek şoreşên birûmet veguherîne cinawirên ku zarokên xwe dixwin û di bin saziyên ku bi xwe afirandine de hatine pelçiqandin. Îdealîzm li dîwarên sar ên realîzmê ketine û parçe bûne; ew sepandinên rewşa awarte ku di destpêkê de dihat gotin "demkî ne", piştre bûne daîmî.   Lê, gelo ev dawiyeke ku rev jê tune ye? Ezmûna şoreşê ya bi dewletê re her dem bi xemgînî û têkçûnê bi dawî dibe?   Dibe ku mesele ne ew be mirov xwezaya dewletê bi tevahî red bike an jî bi temamî teslîmî wê bibe. Hunera esil ew e ku mirov bikaribe giyanê şoreşê (ew heyecana roja yekemîn) di nav avahiya saziyî ya dewletê de zindî bihêle. Ev tişt hişyariyeke domdar, xwerexnekirineke bêdavî û li dijî bandora xirabker a desthilatdariyê berxwedanek daîmî dixwaze.   Ezmûna şoreşê ya bi dewletê re, di rastiyê de ezmûna mirov bi xwe re ye. Dema ku desthilatdarî dikeve destê mirov jî, mirov bikaribe adil bimîne; bêyî ku îdealên xwe wenda bike, bikaribe bi rastiyên jiyanê re rû bi rû bibe...   Ev, têkoşîna herî dijwar lê belê belkî jî ya herî esîl a dîrokê ye. Têkoşînek ku wê bi her şoreşeke nû re, li ser dikeke cuda û bi lîstikvanên cuda, lê bi heman pirsên bingehîn ji nû ve bidome.   *Rojnameya Azadiya Welat