‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’ 2026-09-18 14:47:56   STENBOL - Dayikên Şemiyê têkildarî biryara demboriyê ya ji bo doza Ridvan Karakoç ê ku piştî sala 1995'an hatibû binçavkirin, kuştin hatiye dayîn. daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di sûcên mirovahiyê de biryara demboriyê ne pêkan e û wiha gotin: “Windakirina bi awayekî zorê, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em dixwazin ku îtîraz werin qebûlkirin û berpirsyar werin darizandin.”   Dayikên Şemiyê derbarê biryara demborî ya di doza Ridvan Karakoç ê ku di sala 1995'an de hatibû binçavkirin û kuştin hatiye dayîn, li pêşiya Edliyeyê Anadolûyê li navçeya Kartalê daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê, endama heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan, parlamenterên DEM Partiyê û gelek parazvanên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Oya Ersoy ve hate xwendin.   Oya Ersoy diyar kir ku pergala darizandinê ya xwecihî biryara demborî dide û wiha axivî: “Di doza Ridvan Karakoç ê ku bi salan e em li pey hiqîqetê bûn biryara demborî hate dayîn. Dema ku em di dosyayê dinêrin wekî ku kesên bi zorê hatine windakirin heman rewş derdikevê holê û berpirsiyar, peywîrên xwe bicih naynin. Ridvan Karakoç dizanî ku dê were binçavkirin. Di siyaseta Kurd de awayekî çalak cih digirt, dehan caran hatibû binçavkirin. Bi sedema vê beriya ku were binçavkirin vekaletê dabû parêzerê xwe.   Cenazeya Ridvan Karakoç di 2'yê Adara 1995'an de Gundê Bozhane ya navçeya Beykozê di ser rêya Mahmut Şevket Paşayê de hate ditîn. Tevî ku derbarê wî de doz jî hebû cenazeya Ridvan Karakoç li goristana bêkesan hate veşartin. Di otopsiyê de derket holê ku îşkence li Ridvan Karakoç hatiye kirin.”   Di dawiya daxuyaniyê de Oya Ersoy destnîşan kir ku cenazeya Ridvan Karakoç di 30'yê Adarê de ji aliyê birayê wî Mehmet Karakoç ve hate teşhîskirin û got: “Di girtekê ku dema Ridvan hate dîtin de diyar e cil li ser wî hene. Lê dema ku em di dosyayê dinêrin li ser cilên Ridvan tu lêkolîn pêk nehatiye kirin û testa DNAyê jî nehatiye kirin. Malbata Karakoç û parêzerên wî xwest kesên di dosyayê de navê wan derbas dibin werin guhdarkirin. Kesên ku hatin guhdarkirin derbarê windakirin û kuştina Ridvan Karakoç de agahiyên girîng dan. Lê dozgerî di dosyayê de gav neavêt û delîlên kêm nehat komkirin. Eşkere ye ku dosye hate girtin. Em dîsa bang dikin di sûcên mirovahiyê de biryara demboriyê ne pêkan e. Windakirina bi awayekî zorê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em dixwazin ku îtîraz werin qebûlkirin û berpirsiyar werin darizandin.”   Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.