Li Êlihê jinek û du zarok hatin qetilkirin 2026-09-18 17:04:18   ÊLIH - Li navçeya Hezoyê ya Êlihê mêrekî bi çekê jina pê re zewicandî ûdu zarokên xwe qetil kir.   Li navçeya Hezo ya Êlihê mêrekî jina pê re zewicandî û du zarokên xwe bi çekê qetil kir û piştre jî xwe kuşt. Piştî ku bûyerê ekîbên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê. Hat hînbûn ku her çar kes li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên her çar kesan ji bo otopsiyê birin morgê.   Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.