Li Wanê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk hate vekirin 2026-09-22 21:13:52   WAN - Li Wanê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk bi merasîmeke girseyî hate vekirin. Di merasîmê de hat gotin ku ew dê çirayên xwe pêxin da ku şer rawestin.   Li Wanê, Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Wanê bi merasîmeke girseyî li Baroya Wanê hate vekirin. Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, parlamenterên DEM Partiyê yên bajêr, rêxistinên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî beşdar bûn.   Di vekirina saziyê de pankartên “Ji qirkirina baweriyê re na”, “ Em bi baweriya xwe xwe bi rêxistin dikin û civaka aşitî û demokratîk ava dikin” li ser diwar hatin daliqandin. Her wiha wêneyê Zerife û Elîşer jî li diwar hatin bicîhkirin.   ‘Em ê çiraya xwe ji bo rawestandina şer pêxin’   Merasîm, bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre ji Lijneya Rêveber a Navenda Giştî ya DADê Fetiye Yildirim axivî. Fethiye Yildirim bal kişand li ser girîngiya elewîtiyê û wiha got: “Em ê çirayên  xwe pêxin da ku şer rawestin, meşaleya me ronahiya rêya me ye. Em wê ji bo ronîkirina rêya xwe, ji bo aştiyê û da ku êdî dayik neçar nemînin hêsiran birêjin, pêdixin.”   ‘Rêya me rêya heq e’   Piştre hevserokê DADê Zeynel Kete jî destnîşan kir ku li Wanê avakirina DADê gelek girîng e û got ku ew ê li her qadên jiyanê de hebin û hebûna xwe biparêzin. Kete wiha pê de çû: “Ez li warê Zerîfe, Elîşer, Seyit Riza, Sakîneyê hatim. Elewî dibêjin ‘navê me jî dîrokî û rêya me jî dîrokî ye.’ Rêya me rêya heq e.”   Piştî axaftinan ji bo hevserokatiya şaxa komeleyê Ozcan Guneş û Hasret Bagîç Civakli hatin hilbijartin.   Merasîm bi gerandina govend û gotina stranan bi dawî bû.