Li Qamişlo û Girke Legê çalakiyên ji bo zimanê Kurdî 2026-09-24 14:22:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekar û mamosteyên bajarên Qamişlo û Girke Legê çalakî ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî bi rêxistin kirin.   Çalakiyên ji bo zimanê kurdî li hemû bajarên Rojava didomin. Îro jî li bajarên Qamişlo û Girke Legê çalakî hatin organîzekirin.   Li Qamişloyê mamoste û xwendekarên jin daxuyanî da û ji aliyê mamoste Leyla Qewas ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de daxwaz kirin ku biryarnameya ku tê de hatiye gotin zimanê kurdî hefteyê tenê 3 saetan bê dayîn, were sererastkirin û garantî were dayîn ku xwendekar bi zimanê xwe yê dayike bixwînin.   Di berdewama daxuyaniyê de gotin zimanê kurdî nasname û çanda gelê Kurd.   Di dawiyê de dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me nasnameya me ye" berz kirin.   Li Girke Legê û bajarokê Rimêlanê jî çalakiya konvedanê ya xwendekaran û malbatên wan didome. Kon li pêşiya Dibistana Şehîd Ahîn a bajarokê Rimêlanê hatiye vedan.   Di çalakiyê de xwendekaran girêdana xwe bi mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê kurdî ve anî ziman.   Di dawiya çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û ji aliyê mamoste Rozîna Osman ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ji Wezareta Perwerdeyê daxwaz kirin ku bi zimanê kurdî perwerdeya xwe berdewam bikin, rêz bidin herêmên Kurdan û mafê Kurdan heye ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.   Her wiha di daxuyaniyê de daxwaz kirin ku zimanê kurdî bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê û li saziyên Sûriyeyê zimanê kurdî jî were bikaranîn.   Xwendekaran di dawiya çalakiyê de got ew ê çalakiyên xwe ji bo zimanê kurdî berdewam bikin.