Li Seravê bazara keda jinê hat vekirin 2026-09-29 18:31:40   WAN – Bi pêşengiya Şaredariya Seravê  bazareke ku bêrikên gelerî têde cih digirin hat vekirin. Bi bazarê tê armanckirin ku keda jinê bê dîtin û veguhere aboriyê.   Li navçeya Serav a Wanê  bi pêşengiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Seravê û tevlibûna şaredariya Ebexê bazara bêrikên gelerî hat vekirin.   Bazar li ber Mizgefta Hz. Alî ya Navendê ya Seravê hat vekirin û saziyên jinan yên bajar û gelek jin tevli bûn.   Bi bazarê tê armanckirin ku keda jinan bê dîtin û veguherine aboriyê. Piştî vekirinê xwarinên herêmî hatin belavkirin û bi gerandina govendê bername bidawî bû.