Rengên ji banan diherikin! 2026-10-03 09:05:44   ÊLIH - Bi hatina payîzê re li gundê Binkelbê ya girêdayê navçeya Kercews a Êlihê, jinan dest bi amadekariya zivistanê kirin.   Bi hatina payîzê re li gundê Binkelbê ya girêdayê navçeya Kercews a Êlihê, jinan dest bi amadekariya zivistanê kirin. Jinên ku ligel kraê malê kar û barên rez û baxçeyan jî li ser milê wan e, berhemên dawî yên baxçeyên xwe yên wekê firingî, îsot, kundir, fasule, hêjîr û tirî hişk dikin. Hema hema li ser banên hemû xaniyan sebze û fêkiyên hişk cihê xwe girtine.  Berhemên ku tên hişkkirin, li ser banên xaniyan û di nav baxçeyan de cûrbecûriyeke zêde ya rengan diafirînin.