Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dewam dike 2026-10-03 14:37:45   AMED -10'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 8emîn de li Navenda Fûar û Kongre yê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê berdewam dike. Di roja 8emîn a pêşengehê de eleqeya pirtûkhêzan didome.   10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAPê ve li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin di roja 8emîn de berdewam dike. Eleqeya gelê Amedê ji bo pêşengehê didome.   Weşanxaneyên ku 8 roj in di pêşengehê de cihê digirin, diyarkirin ku eleqeya pirtûkhêzan di roja 8emîn de jî berdewam dike û ev yek wan kêfxweş dike. Di pêşengehê de pirtûka Medya Doz a bi navê ‘Hevalên bi bask’ ku ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hatibû çapkirin,  ji aliyê Besiye Ozer ku 30 salan di girtîgehê de mabû ve, hat îmzekirin. Her wiha gelek nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin. Pêşengeha ku bi serdanên girseyî didome dê di 4ê Cotmehê de bi dawî bibe.