Li Qamişloyê der barê penceşêra memikan semîner 2026-10-04 15:45:38   NAVENDA NÛÇEYAN-  Li Qamişloyê di çarçoveya Meha Hişmendiya Pençeşêra Memikan de ji aliyê saziya Jina Azad li taxa Hilêliyê, li navenda xwe l semînerek li dar xist.   Saziya Jina Azad  li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê, di çarçoveya Meha Hişmendiya Pençeşêra Memikan de li navenda xwe li ser penceşêra memikan semînerek li dar xist.  66 jin beşdarî semînerê bûn.   Hemşîre Şehnaz Mûsilî li ser diyarde û tedbîrên pêşîgirtina penceşêra memikan agahî dan. Jinan li ser awayên xweparastinê û çareseriya zû ya nexweşiyê gotûbêj kirin.