Tevgera Jinên Kurd bi COPINH re civiya 2026-10-06 11:08:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd bi COPINH re civiya. Serdan wekî civînek hevgirtinê hate binavkirin ku cûdahiyên di navbera têkoşînên li her du erdnîgariyên cûda de û her weha xalên hevpar ên wekî rola pêşeng a jinan, rêxistina civakî, parastina axê û têkiliya bi xwezayê re destnîşan kir.   Şandeyek ji Tevgera Jinên Kurdistanê serdana COPINH li Hondurasê, li Mesoamerîkayê kir. COPINH (Konseya Sivîl a Rêxistinên Gel û Xwecihî yên Hondurasê) rêxistinek e ku ji bo têkoşîn û berxwedanê hatiye veqetandin ku bi giranî ji komûnên xwecihî yên ku xwerêveber bikin pêk tê.   Şandeya Tevgera Jinên Kurdistanê wiha bal kişand ser serlêdanê: "Gelê Lenka yek ji gelên xwecihî yên Amerîkaya Navîn e ku bi giranî li başûrê rojavayê Hondurasê belav bûye, her çend deverên wan heta San Salvador hene. Heta roja îro, gelek komûnên wan li çiyayên Honduras hebûna xwe berdewam dikin, debara xwe li ser çandinî û xwedîkirina heywanan ava dikin, bêyî rêbazên pîşesaziyê le ku bi xwezayê re bibin yek. Li ser çiyayan û di nav daran de, gelê Lenka geris û qehwe diçînin: geris xwarina wan ya sereke. Piştî dagirkirina Spanyayê, wan bi şerekî ku ji hêla lehenge wan Lempira ve dihat rêvebirin, li dijî kolonyalîzmê li ber xwe dan. Tevî vê yekê, ew bi zorê hatin veguherîn Xiristiyaniyê; lê belê, ev yek nekarî kevneşopiyên kevnar ên ku îro jî berdewam dikin, wekî "compostura" (rîtuelek spasdariyê ji Dayika Xweza re ji bo bereketa wê) an girêdana ruhanî bi çem, erd û agir re, ji holê rake. Manewiyeta wan her aliyê jiyanê, tevî xebata siyasî jî, tijî dike: her civîn û her kombûnek girîng bi avakirina cihekî piroz (altar) dest pê dike, ku li ser wê  ji bilî wêneyên şehîdan  ax, garis, gûl û mûmên bi rengên cûda têne danîn, ji ber ku hêza agir ya paqijî tê bawerkirin.   Komunên Lenca, dewiya sedsale berê hêza xwe ji pêşenge xwe ya jin Berta Cáceres digirtin, û biryar dane ku berxwedana Lempira bidomînin û li dijî kesên ku dixwazin ax, nasnameya wan û hebûna wan hilweşînin tekoşin bikin. COPINH rêxistinek e ku di 27'ê Adara 1993'yan de, li ser banga civakên Lenca - ku biryar parastina jiyan, ax û rûmetê dane û li ser ve esasî rabin hatiye damezrandin. Ji wê demê, ew bû mekane da ku komûnên Lenka tekoşîna xwe rexistinbikin ji bo parastina çêm, çîya, çand û mafên xwe.    Ew xwe wiha pênase dikin: COPINH cihekî ye ku em fêr dibin, analîz dikin, xeyal dikin û bi hev re tevdigerin li dijî neheqiyên ku bandorê li gelên me dikin. Me têkoşîna xwe li ser sê stûnan ava kiriye: dij-kapîtalîzm, dij-baveksalarî û dij-nijadperestî. Bi rêya wan, em li hember hêzên ku dixwazin axa me ji me re dizîbikin, me parçe bikin, an dengê me bêdeng bikin, diseknin.   Damezrênera sereke ya COPINH Berta Cáceres bû. Berta di sala 1971'an de ji dayik bû, û xwedî zanebûn, perwerde û dîsîplînê, tevlî evîn û biryardariya ku pêwîste, da ku hêrsa gelê Lenca li ser destêserkirin û wêrankirina erdên wan ji bo berjewendiyên kapîtalîst rexistinbike. Bi ve renge wan ber bi serketinên girîng ên li dijî kolonialism rêvebir. Hêz û karîzmaya wê, ji bo gelek komûn bûn îrade, da ku di ve têkoşînê de cih xwe bigirin, xwe birêxistin bikin, û şer bikin. Li hember ve, şîrketên ku dixwestin axa Lenka dagirker bikin û xerab bikin jî, zextek hovane pêk anîn: bêhejmar çalakvanên wan kuştin an wendakirin. Berta jinek ku ji bo azadiya jinan jî tekoşînkir, ku ji bo nezikatiyên we û çalakiyên we ji hêla gelê Lenca wekî rêberek dihat nasîn. Em dikarin li vir hin ji gotinên wê yên herî navdar bi bîr bînin, wek "Hişyar be, Mirovahî şiyar be: dem nemaye!" û "Dayika Xweza ji aliye leşkerî hat dagirkerkir, hat dorpêçkirî, hat jehrîkirî, li ser axa we mafên bingehîn bi awayekî sîstematîk têne binpêkirin: ji bo ve ji me re tekoşîn dixwaze."   Têkoşînên COPINH herî zede li ser parastina axê, li dijî birîna daristanan û li dijî bendavên ku çêman wêran dikirin, disekinîne. Bi taybet, hêjayî bîranîna têkoşîna li dijî bendava hîdroelektrîkê ya li ser Çêmê Gualkarque ye ku ji hêla elîta Hondurasê ve bi hevkariya şirketa navnetewî ya Çînî Sinohydro ve hatiye plankirin, ku dê yek ji rêyên avê yên herî girîng ên li axa Lenkayê asteng bikira. Ev çêm ne tenê çavkaniyek av û jiyanê ye, lê di heman demê de, gore baweriya Lenka mala ruhên pîroz e ku divê azad biherikin: ji hêla bendavên dive neyên rawestandin. Bi pêşengtîya Berta, komûnên rabûn ser piyan û di dawiyê de di pêşîlêgirtina avakirina bendavê de bi ser ketin. Deme şirovedikin, femkirina wan parvedikin: ne ku ew xwezayê diparêzin, le ew beşek ji xwezayê bi xwe ne, ku xwe diparêze. Ev têkoşîn bû sedema erişên giran di aliyê şirket; şahidên herêmî radigihînin ku cenazeyên hevalên xwe di çêm peydakirin, dema herikîna wê ve ber bi jêr ve birin. Di ve çarçoveye, di şeva 2'yê Adara 2016'an de, çar kujer ku ji hêla şirketa berpirsiyarê avakirina bendavê ve hatin erkdarkirin, ketin mala Berta û ew qetil kirin.    Yek ji tiştên ku Berta pir girîngî da enternasyonalîzmê bû. Ji ber vê sedemê jî, ew tevgera azadiya Kurdistanê nas kir, û ji destpêkê xwe pir nezî we hîs kir. Keça wê Berta Zuñiga, ku di rojê iro de li ser şopên diya xwe dimeşê, bi Şehîd Legerîn Ciya (Alina Sanchez) li Kuba xwand: naskirina û hevaltiya wan girêdanek hin xûrtir bi tevgera azadiya Kurdistan re çêkir. Yên ku Berta Caceres nas dikirin dibêjin ku ne tenê têgihîştinek kûr a têkoşîna gelê Kurd hebû, lê wê dixwest serdana Kurdistanê bike: her çend ew ji hêla fîzîkî ve nikarîbû vê yekê bike jî, ruhê wê gihîşt Kurdistanê û gelek deverên din ên ku di têkoşînê de ne. Em bibinin ku ji fikre Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tekoşîna gelê kurd jî bandor bûn: li ser ve esasi şandeya me hat dewatkirin.   Şandeya Tevgera Jinên Kurdistanê derfet dît ku serdana çend komunên COPINH kir û çîrokên têkoşîn û jiyana rojanê yên ku ji hêla endamên van civakan ve hat parve kirin guhdar kir; di heman demê de çand û dîroka têkoşîna gelê Kurd û tevgera azadiyê jî bi wan re parvekir. Ev ji bo her du aliyan tecrûbeyêk pir bandorker bû. Cihên pîroz (altar) li gorî kevneşopiya Lenka hatin avakirin, û sûretên şehîdên ye herdû tekoşînên bihevre hatin nişankirin. Bi hev re dirûşmeyên her du tekoşînên hatin gotin: 'jin jiyan azadî' û 'Berta nemiriye; ew xwe zedekir'.    Bi re ve serdana, ne tenê têkiliyên siyasî hatin avakir lê di heman demê de têkiliyên yên dostaniya kûr ku hestên mîrovan bandordikin jî hatin avakirin. Radyo ya civakî di ragihandinê COPINH de roleke pir girîng dilîze û delegasiyon hevpeyvînek di nav bernameyek xweser ya ku ji hêla yek ji radyoyên COPINH ve hatî weşandin da. Yek ji kêliyên herî girîng ku ve şandeya serdana kir, xaniyê ku Berta Cáceres lê jiyankirbû û hatibû şehîdxistin: niha ew dixwazin vediguhere muzexaneyek bîranînê, ku tê de resim werin çekirin, deng were guhdarkirin û cîhên ji bo aktiviteyên cûr bi cûr werin avakirin, da ku em Berta, jin ku ev tevger damezrandiye, ji bîr nekin. Wekî ku di dirûşmeyê de tê gotin, Berta nemiriye lê pir bûye, ji ber ku dema Berta şehîd xistin, bi hezar Berta çêbûn.   Bê guman, di navbera têkoşîna COPINH ya gelê Lenca û ya tevgera azadîya Kurdistanê de cudahî hene, lê gelek tişt ku dişibin hev jî hene. Ne tenê damezrînera COPINH Berta Cáceres jinek bû ku ji bo jin jî tekoşîya, le îro koordînatora COPINH jî jinekî ye, keça wê. Em bibinin ku rêveberiya jinan a bihêz di têkoşînê de heye, û çend saziyên an aktiviteyên xweser jî hene. Hem ji bo gelê Lenca û hem jî ji bo gelê Kurd, parastina nasname û axa xwe pir girîng e. Weke ji çalakiyên wan zelal e, têgeha welatparêziyê di têkoşîna Lenca de navendî ye, û ev yek bi rêya yekîtiyek kûr di navbera komunên Lenka û axa xwe tê meşandin. Komûnên ku xwe bo xwe revebibin, bi rastî kevirê bingehîn ê têkoşîna COPINH ne: di nav axa xwe de, komûnên dikarin ji bo qanûn xwe bîrîyar bigrin; weke mînak kominên heye ku alkol û cixareyan di nav axa xwe de qedexe dikin û dikarin ve beriyar bikin pratîk.    Di gelek rewşan de, axa ku li ser komîna li ser jiyandikin weke mûlk ne şexsî ye le ya komîna giştî di aliye kanunî hat naskirin: bi vî rengî, biryarên di derbarê van deveran de ji hêla civakê ve têne girtin û, deme wisa ye, parastina we hesantire. Di rewşên ku ve mafê axa komunal hîn nehatiye girtin, têkoşînek dimeşinine ji bo ku ve maf were girtin. Li hember komûnên di heman demê de 'şerên taybet' werin meşandin: aliyekî ji hêla kilîseyaên cûda (çend ji wan rasterast ji hêla Dewletên Yekbûyî ve têne fînanse kirin weke evangelist) ji laliye ditir jî ji hêla NGO an jî saziyên nêzîkî dewletê. Armanc ve şerê teybet ye ku yekbuyina komûnitê hilweşînin, îradeya gel bişkînin û civakan di nav pergala kapîtalîst de asîmîle bikin. Di bersiva vê yekê de, COPINH berxwedanek dimeşîne: perwerde birexistin dike û komitê civakî bi hez dike ji bo xwe bigihije hemû komînên.    Em behsa gelekî ku ne tenê di dîrokê de weke komîn xwe rexistin kir, lê ku îro, di van komûnan de rê û hêza berxwedaniya dibînin. Jin rola girîng di vê tevgerê de dilîzin û ev bi nirxên ku van komunên mezin dikin û bi hez bikin girêdayî hen ne. Di nav van nirxên de femkirinekî û zanebûnekî kevin ku komûn bi xweza yek bibine, wek ku gelê Lenca dibêje: 'Em xwezayê naparêzin, em parçeyek ji xwezayê ne û em xwe diparêzin.' Careke ditir, ji cihekî pir dur ye cihanê, em bi zelalbuyin bibinin çawa tekoşinekî bi encam li diji qetile kastîk, çawa berxwedaniya ya herî xurt bihevre bi xweza, bi re komûn ku derdora nirxên jinên hatin avakirin tê meşandin."