Ji bo pirtûkên nivîskarên girtî bernameya îmzeyê 2026-10-10 17:40:30   RIHA - TUHAY-DER’a Rihayê li avahiya xwe bernameya îmzekirina pirtûkên nivîskarên girtî Gulazer Akin, Semîh Altun û Murat Turk li dar xist.   TUHAY-DER’a Rihayê, li avahiya xwe ji bo pirtûkên nivîskarên girtî Gulazer Akin, Semîh Altun û Murat Turk bernameya îmzekirina pirtûkan li dar xist. Di bernameya îmzekirinê de pirtûk ji aliyê xwişka girtî Gulazer Akinê Rabia Akın, xwişka Semih Altun Sabiha Altun û li ser navê Murat Turk jî ji aliyê Hevseroka Şaxa MEBYA-DERa Rihayê Makbule Yavuzer ve hatin îmzekirin.