ROJEVA 12'YÊ COTMEHA 2026'AN 2026-10-12 09:00:00   *Fermandara YJA Starê Bêrîtan Nûrhak Çiya ku li Mêrdînê di kevneşopiya serhildan û çanda welatparêziyê de mezin bû li dijî zext û polîtîkayan tevli gerîla dibe. Dayika Bêrîtan Nûrhak Çiya, Fatma Dag  wiha got: “Du şehîdên min hene. Her du jî fermandar bûn. Bêrîtana min û Nûrhaqê min. Min cenazeyên herduyan bir gundê xwe. Min gel hev defin kir. Her du niha ligel hev in.” DÎMEN HEYE    *Jin der barê pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de axivîn û diyar kirin ku ji bo pêvajo baş bimeşe divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê nasîn. DÎMEN HEYE    *Bîstanê Bajar ê Komuna Jinan a Binevş ku li Cizîrê di bin banê şaredariyê de hat vekirin, berhemên wê yên ewil hat berhevkirin. Jin berhemên xwe hem diçînin hem jî difroşin. DÎMEN HEYE   *Parêzer Berfîn Gokkan Baran da zanîn ku divê Ayşe Gokkan ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye bê tehliyekirin û got: “Em wisa difikirin ku wê dosya ji nû ve xera bibe. Ger dosya xera bibe divê Ayşe Gokkan bê berdan. Di vê mijarê de hewce pê heye ku rayagiştî bê avakirin û piştgirî bê dayîn.”  DÎMEN HEYE   * Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan da zanîn ku pêkanîna qanûnê bi biryara MGK’ê vegirêdayîn wek teknîkî dibînin û got: "Em dibîn ku erêkirina MGK’ê nebaş tê bikaranîn. Erêkirina MGK’ê çi bû? Pêkanîneke teknîkî bû." Dîlan Kunt Ayan wiha berdewam kir: "Ya ku dewletê bide zorê ku gavê bavêje têkoşîna me ye." BI DÎMEN