Li Fransayê Mala Kurdistanê hat vekirin 2026-10-13 12:07:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo ku xebatên çandî, civakî, akademîk û sazîbûnê yên civaka Kurd a li Fransayê di bin banekî nû de bibin yek, Mala Kurdistanê ya Fransayê hat ava kirin. Mala Kurdistanê li Salona Qesra Şaredariya Parîsê bi şeveke heybet hat danasîn.   Ev şeva taybet êvara Duşemê 12’yê Cotmehê li salona Qesra Şaredariyê ya dîrokî ya Parîsê hate lidar xistin. Di şevê de siyasetmedar, nûnerên saziyan, hunermend, akademîsyen û nûnerên civaka sivîl ên Kurd û Fransî hatin cem hev.   Di bernameyê de sê axaftinên girîng hatin kirin. Pêşî Şaredarê Parîsê Emmanuel Grégoire axaftina vekirinê kir. Piştre Serokê Mala Kurdistanê ya Fransayê Baran Gurbuz û herî dawî jî Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande axivîn.   Danasîna Mala Kurdistanê bi taybetî li Qesra Şaredariya Parîsê kirin, peyameke pir bihêz a sembolîk û siyasî bû.   Peywendiyên di navbera Şaredariya Parîsê û saziyên Kurd de di meha Hezîranê de kûr bibûn. Di hevdîtinên wê demê de mijarên wekî xebatên ciwanan, çand, çalakiya civakî û projeyên hevpar ên li Parîsê hatibûn nîqaşkirin. Şeva 12’yê Cotmehê jî ji bo van peywendiyan qonaxeke nû nîşan dide.   Li paytexta Fransayê, danasîna saziyeke ku navê ‘Kurdistan’ê hildigire û bi beşdarbûna sedan mêvanan çêbûye, wekî serkeftineke mezin a têkoşîn û rêxistinbûna gelê Kurd ên Fransayê hate nirxandin.   Piştî axaftina vekirinê ya Emmanuel Grégoire Serokê Mala Kurdistanê ya Fransayê Baran Gurbuz axivî. Gurbuz, diyar kir ku ev saziya nû ne tenê cihê civîn an çalakiyan e; divê bibe avahiyeke sazîbûyî û mayînde ku bersivê bide hemû pêdiviyên civaka Kurd a li Fransayê.   Mala Kurdistanê ya Fransayê dê xebatên xwe li ser çar beşan bimeşîne:   Çand: Parastina ziman, huner, muzîk, dîrok û hafizeya civakî ya Kurdî û derbaskirina wê ji bo nifşên nû.   Werzîş û ciwan: Bihêzkirina têkiliya ciwanan bi civak û saziyan re, birêxistinbûn û pêşxistina çalakiyên werzîşê.   Civakî û Hiqûqî: Ji bo piştgirîkirina welatiyên ku di warên îdarî, civakî û hiqûqî de li Fransayê rastî astengiyan tên.   Lêkolîn û Akademî: Pêşxistina lêkolînên li ser dîroka Kurdistanê, pirsgirêkên civakî û xurtkirina têkiliyan bi zanîngeh û akademîsyenan re.   Axaftina herî girîng a siyasî ji aliyê Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande ve hate kirin. Hollande, bal kişand ser têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ’ê û behsa rola dîrokî ya Kurdan kir. Hollande got, “Bêyî Kurdên li Sûriyeyê, serkeftina li dijî DAÎŞ’ê ne pêkan bû.”   Hollande, destnîşan kir ku divê piştevaniya Fransayê ya bi Kurdan re ne li gorî konjonktûra siyasî û berjewendiyên demkî bin. Hollande, bi bîr xist ku di dema serokkomariya xwe de jî fermandar û nûnerên jin ên Kurd li Qesra Elysée qebûl kiribûn.   Hollande, diyar kir ku nêzî 420 hezar Kurd li Fransayê dijîn û ji qada tenduristiyê heta bazirganî, zanist û çandê gelek xizmetên girîng dikin. Hollande, teqez kir ku civaka Kurd êdî bûye parçeyekî bihêz ê civaka Fransayê.   Danasîna Mala Kurdistanê li Qesra Şaredariya Parîsê wateyeke kûr a sembolîk jî dihewîne. Parîs ji aliyekî ve navenda siyasî ya diasporaya Kurd e, ji aliyê din ve jî cihê du komkujiyên giran e: 9’ê Çileya 2013’yan: Yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. 23’yê Kanûna Pêşîn a 2022’yan: Di êrîşeke çekdarî de 3 Kurdên din jiyana xwe ji dest dan.   Ji ber vê yekê, êvara 12’yê Cotmehê ne tenê danasîna avahiyeke nû bû; di heman demê de veguherîna êş, têkoşîn û hafizaya Kurdan a ji bo qonaxeke nû ya sazîbûn, mayînde bû.   Piştî axaftinên siyasî, koma Rayê derket ser dikê û berhemên ji muzîka Kurdî pêşkêş kirin. Bername bi muzîka DJ Aramythos berdewam kir. Bi vê yekê re, Salona Qesra Şaredariya Parîsê şevekê malvaniya siyaset, çand û muzîka Kurdî kir.