KCK: Daxistina alê provokasyon e

  • 10:26 22 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê got: “Anîna xwarê ya ala komara Tirkiyeyê provokasyon e. Piştî vê provokasyonê, hem tevgera me hem jî DEM Partî û Kurd hedef hatine girtin. Xuyaye ku armanca vê provokasyonê jî ev bû.” 
 
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî daxistina ala Tirkiyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê û êrişên ser Rojava daxuyanî da. 
 
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:
 
"Li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê daxistina ala Komara Tirkiyeyê provokasyon e. Di rojekê de ku li Rojava êrişên dagirkerî û xalîkirina ji Kurdan ên çeteyên HTŞ'ê yên bi palpiştiya Tirkiyeyê hebû, vê provokasyonê bal kişand. Êrişa li ser Kurdan a li nava sînorên Sûriyeyê di heman demê de hewldanek ji bo sabotekirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk e ku Rêber Apo bi sebir dimeşîne. Diyar e ev provokasyona alê jî weke dewama vê sabotajê hatiye kirin. Piştî daxistina vê alê ji dîrekê, daxuyaniyên rayedarên hikumetê û şêweyê weşandina vê bûyerê ji aliyê çapemeniyê ve, şovenîzma dijminatiya li Kurdan mezin kiriye. Bi xwespartina li vê provokasyonê dijminatiya li Kurdan hatiye sorkirin. Di atmosfereke bi vî rengî de ku dijminatiya li Kurdan ewqasî hatiye sorkirin, gelo wê pêvajoya aştî û civaka demokratîk çawa bê pêşvebirin? Li dijî piştgiriya civakî ya li pêvajoyê sabotaj hatiye kirin ku pêvajo divê bi piştgiriya civakî bê meşandin.
 
Piştî vê provokasyona alê yekser DEM Partî weke hedef hate nîşandan ku ev yek jî nîşan dide ku ev provokasyon weke parçeyek ji komployekê hatiye kirin yan jî dane kirin. Eger li Tirkiyeyê wê provokasyonek bê kirin, amûra herî bi bandor a vê yekê jî her tim bûye al. Di dîroka Tirkiyeyê de beriya êrişên li ser gelê Kurd, êrişên li ser nasnameyên cuda yan jî hêzên şoreşger, provokasyonên alê hatine dîtin.
 
Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd me her tim êrişên li ser alê yan jî nirxên cuda şermezar kirine. Rêber Apo jî her tim aniye ziman ku ew li dijî her cûre êrişên li ser ala komara Tirkiyeyê ye, her tim li pêşberî nirxên gelê Tirkiyeyê bi hurmet bûye. Dewleta Tirk jî, derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê jî vê helwesta me zanin. Lewma piştî vê provokasyona alê hedefnîaşndana tevgera me, DEM Partî û Kurdan nîşan dide ku ev yek bi mebest hatiye kirin.
 
Bikaranîna ala komara Tirkiyeyê weke amûrekê li di êrişa lid ijî gelê Kurd, ciwanan û DEM Partiyê de heqaret li ala komara Tirkiyeyê bi xwe ye. Al ku li Tirkiyeyê nirxek e, divê ji bo armancên bi vî rengî yê nebaş neyê bikaranîn. Ev yek eşkere ye; piştî vê provokasyona alê gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî hedef hatine nîşandan. Li Tirkiyeyê dema ku bûyereke bi heman rengî dibe tê gotin, karê meczûb e. Lewma daxuyaniyên têne dayin, weşanên têne kirin tekez meqsedekê radixe pêş çavan. Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, di atmosferekê de ku nîqaş li ser pirsgirêka Kurd tê kirin, ev nêzîkatî nîşan dide ku gotinên xwişk-biratiya Kurd û Tirkan ên desthilatdariyê bê wate ye. Bi dehan mirov hatine girtin, dibêjin wê bi dehan jî bêne girtin! Eşkere ye ku ev yek li dijî civakekê ye.
 
Desthilatdariya AKP-MHP'ê û rayedarên dewleta Tirk bi bilevkirina vê provokasyona alê dibêjin, 'em ê hesab bipirsin'. Sorkirina mijara alê di vê astê de nîşan dide ku xwedî armancekê ye. Tê dîtin ku dewleta Tirk bi vî rengî polîtîkaya xwe ya têkildarî Sûriyeyê mafdar nîşan bide. Encameke yekser a vê yekê jî sabotekirina piştgiriya civakî ya li pêvajoya aştî û civaka demokratîk e.
 
Gelê me li hemberî provokasyonên bi vî rengî her tim bi berpirsyarî tevgeriya û di vê bûyerê de jî li gel êrişên şovenîst bi berpirsyarî nêzîk bû. Raya giştî ya Tirkiyeyê jî divê li hemberî bûyerên bi vî rengî bi berpirsyarî nêzîk bibe û armanca yên dixwazin provokasyonê bikin pûç bike."