Çavkaniyên ji Reuters’ê re axivîn: Biryara êrişan li Şam, Parîs û Iraqê hat dayin
- 10:44 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî 9 çavkaniyên cuda yên ji Reutersê re axivîn, êrişên hikûmeta demkî ya Şamê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, di hevdîtinên destpêka meha Çileyê yên li Şam, Parîs û Iraqê de hate dayin.
Ajansa nûçeyan a Reuters’ê ya navenda wê London, têkildarî êrişên ser rojavayê Kurdistanê nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de diyar kir ku rêveberiya DYA’yê pêşiya êrişên li Sûriyeyê ku hevsengiya hêzê bi temamî guherand û HSD’ê hedef digirin negirt.
Li gorî sê rayedarên Kurd ên ji Reutersê re axivîn, hedvîtina HSD-Şamê ya di 4’ê Çileyê de li Şamê dihat kirin, ji hêla wezîrekî ve ji nişka ve hate bidawîkirin. Rojek piştre jî rayedarên Şamê bi navbeynkariya DYA’yê li Parîsê bi rayedarên Îsraîlê re hevdîtin kir.
Li gorî du çavkaniyên Sûriyeyî, rêveberiya Şamê li Parîsê ji rayedarên Îsraîlê xwestin ku ji bo vehêlandina entegrasyona Kurdan de teşwîq nekin. Li gorî çavkaniyeke din jî rayedarên Sûriyeyê jî ji bo hinek herêmên di destê HSD’ê jê bên standin pêşniyara operasyoneke bisînor kirin û li dijî vê pêşniyarê tu nerazîbûn nehatin nîşandan.
Wezaretên Enformasyon û Karên Derve yên Sûriyeyê pirsên Reutersê yên têkildarî hevdîtinên Parîsê bêbersiv hişt.
Li hêla din; Sefîrê Îsraîlê yê Washingtonê Yechiel Leiter, îdiayên têkildarî erêkirina êrişan ji hêla Îsraîlê ve red kir û li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal got: “Ez bi aşkerayî dibêjim; weke kesekê tev li her sê civînên li Parîsê bûme, Îsraîlê tu caran êrişeke artêşa Sûriyeyê ya li dijî Kurdên Sûriyeyê erê nekiriye. Hemû îdiayên di vê mijarê de xelet in.”







