Li Şengalê çalakî bê navber dewam dikin
- 10:49 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê çalakiyên ji bo piştgiriya seferberiya Rojava bi pêşengiya ciwanan bi şev û roj dewam dikin.
Ciwanên Şengalê bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan ên Şengalê ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojava bê navber di çalakiyê de ne.
Ciwan li Tilizêr û Xanesorê mîna xelkê Rojava şeva xwe li derve derbaskirin. Ciwanên Tilizêrê yên li dora agir kom bûn, govend gerandin û dirûşmên piştgiriya bi berxwedana Rojava re gotin.
Şêniyên komelgeha Xanesorê jî bi pêşengiya ciwanan heya derengiya şevê li derve agir dadan, li dora wê kombûn.
Ciwanên li dora agir kombûn peyamên piştgiriyê dan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Piştî dayîna peyamên piştgiriyê, girseya gel ji bo balê bikişînin ser rewşa Rojava li nava komelgehê de meşiyan û paşê jî bi karwanên seyareyan geriyan.







