Şandeya DEM Partî-DBP’ê bi rayedarên PYD’ê re hevdîtin kir

  • 11:03 22 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partî û DBP’ê ya çûyî Rojava, bi rayedarên PYD’ê re hevdîtin kir.
 
Şandeya ji hevseroka giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Wekîla DEM Partiyê ya Wanê û Berdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Wekîlê Mêrsînê Alî Bozan û nûnerên baro û rêxistinên sivîl pêk tê, roja 21’ê Çileyê di Deriyê Sêmalka re çû Rojava.
 
Şandeyê li Rojava dest bi hevdîtinan kir. Şande ji aliyê Hevserokên PYD’ê Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso ve hate pêşwazîkirin.
 
Şande bi Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl, Hevseroka Têkiliyên Derve ya PYD’ê Sema Bektaş, Hevserokê Buroya Têkiliyên Gelan a partiyê Silêman Ereb û endamê Meclîsa Giştî ya partiyê Talet Yûnis re civiya.
 
Têkildarî naveroka hevdîtinê hîna daxuyaniyek nehatiye dayîn.