Li Berlînê dê meş were lidarxistin

  • 11:03 22 Çile 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Çalakiyên li Berlînê yên li dijî êrişên ser Rojava berdewam in. Di nava rojê de dê çalakiya nobetê bê kirin û meş were lidarxistin. 
 
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Li gelek bajarên Ewropayê Kurd û dostên wan li dijî êrişan çalakiyên xwe didomînin. Yek ji navendên van çalakiyan jî bajarê Berlînê yê Almanyayê ye. Îro jî dê bi pêşengtiya Navenda Kurdistaniyên Berlînê, Ciwanên Berlînê, Jinên Ciwan ên Berlînê, Kongra-Star û Navenda Çanda Rojava meş bê lidarxistin û daxuyanî bê dayin. 
 
Berlîn
 
Îro dê saet di navbera 14:00-16:00’ê de li pêşiya Brandenburger Tor / Pariser Platzê çalakiya nobetê were krin û piştî avakirina standa danezanê dê meş were lidarxistin.