Jinan bi keziyên xwe piştgirî dan berxwedanê

  • 11:04 22 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li ser medyaya dijîtal bi honandina keziyên xwe diyar kirin ku ew li hemberî sûcên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li dijî şervanên jin piştevaniyê didin şervanan.
 
Çeteyên hov ên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker li Rojavayê Kurdistanê êrişî mirovahiyê dikin. Çeteyên hov bi taybet jî jinan dikin hedef û dixwazin îradeya gelê Kurd bi kiryarên xwe yên qirêj bişkînin. Lê belê berxwedana jinên Kurd ya hemberî çeteyan, tirsek mezin xistiye dilê hemû dirindeyên dewleta Tirk.
 
Piştî ku di torên civakî de çeteyan hinek dîmenên li dijî jinan belav kirin, jinên Kurd yekser helwesta xwe nîşan dan û kiryarên qirêj şermezar kirin.
 
Duh bi şev bi dehan jin li dijî hovitiya çeteyan piştgirî dan şervanên jin. Jinan di li ser medyaya dijîtal bi belavkirina dîmenan û honandina keziyên xwe piştgirî dan berxwedana şervanên jin.
 
Jinan dî dîmenan de peyama; ‘Ger keziyek were birîn wê bi hezaran kezî werin honandin’ dan.
 
Her wiha jinan bang li hemû jinan kirin ku bi honandina keziyên xwe tevlî berxwedana Rojavayê Kurdistanê bibin û piştgiriyê bidin.