Xwendekar û mamostayên Silêmaniyê berxwedana Rojava silav kirin

  • 11:53 22 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekar û mamostayên dibistana amadeyî ya keçan a Razaw ya li bajarê Silêmaniyê, ji bo piştevaniya berxwedana Rojava çalakiyek hate lidarxistin.
 
Li dibistana amadeyî ya keçan a Razaw ya li bajarê Silêmaniyê, di çarçoveya piştevaniya ji bo berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrişên komên çeteyên Colanî û dewleta Tirk, bi beşdarbûna xwendekar û mamostayan çalakiyek hate lidarxistin.
 
Di çalakiyê de Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Perwerdeya Silêmaniyê Nejad Ebdula axivî û got: “Her roj bi hincetekê cuda ji aliyê dijminên me ve zilm û zordarî li her çar beşê Kurdistanê li gelê me tê kirin. Niha xwişk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê bi êrişek metirsîdar re rû bi rû ne, xaka me tê dagirkirin. Lê em dibînin li hemû beşên Kurdistanê piştgirî ji bo Rojava tê kirin. Ev jî ji bo gelê me peyamek girîng e.”
 
Her wiha Rêveberiya dibistana Razaw Mamosta Aryan jî piştre mafê axaftinê girt û wiha anî ziman: “Kurdên li Rojavayê Kurdistanê niha bi êrişan re rû bi rû ne. Jiyana bi milyonan kesan, bi taybetî zarok û ciwanan ku nîşaneya pêşerojek ronî ne, têk dibe. Em wek mamoste û xwendekar piştgirî û hevxemiya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê diyar dikin. Şer pirsgirêkan çareser nake û divê rêya aştiyê were hilbijartin.”