Heyeta çû Rojava bi Kongra Starê re hevdîtin pêk anî
- 12:19 22 Çile 2026
- Rojane
QAMIŞLO - Şandeyek, ku hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di nav de bûn, ji bo nîşandana hevgirtinê çûn Rojava, bi PYD û dû re jî bi Kongre Star re civiyan.
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava ji aliyê HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin berdewam dikin. Şandeyek ku hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di nav de ne, piştî ku duh gihîştin Rojava, di roja duyemîn de têkiliyên xwe berdewam kirin. Şandeyê pêşî serdana baregeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Qamişloyê kir. Piştî vê serdanê, şande çû avahiya Kongre Star.
Şande ji aliyê endamên Kongre Star ve hat pêşwazîkirin. Civîn li pişt deriyên girtî pêk hat.
Şande dê ji vir bi partiyên din ên Kurd re hevdîtinan bike. Tê payîn ku ji şandeyê daxuyaniyek çapemeniyê ya derbarê serdanên îro de were dayîn.







