Dema binçavkirina 5 rojnamegeran hat dirêjkirin
- 12:26 22 Çile 2026
- Rojane
MÊRDÎN – Li Nisêbînê 5 rojnameger jî navê de bi tevahî 22 kesên ku hatin binçavkirin dema binçavkirina wan rojekê hat dirêjkirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dijî êrîşên ser Rojava meşa ku hat lidarxistin de nûçegihana me Pelşîn Çetînkaya, nûçegihana ajansa Mezopotamyayê (MA) Heval Onkol, Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Kesîra Onel, rojnameger Ferhat Akinci û Mûhammed Alî Yilmaz jî navê de 22 kes hatin binçavkirin.
22 kesên ku hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tên girtin. Her wiha li gor agahiya ku ji parêzeran hat girtin ji bo destpêkirina îfadeyan li benda talimata Dozgeriya Nisêbînê ne.
Her wiha dema binçavkirina 22 kesan rojekê hat dirêjkirin.







