Ji sînorên Pirsûs-Kobanê bang kirin:Xelkê me ne bi tenê ye
- 13:39 22 Çile 2026
- Rojane
Evîn Çiftçi
RIHA - Kesên ku li ser sînorê Pirsûs-Kobanê kom bûn diyar kirin ku ew ê ber bi Kobanî ve bimeşin.
Girseyeke ku li navçeya Pirsûs a Rihayê li dijî êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava kom bû, amadekariyan dike ku ber bi sînorê Kobanî ve bimeşe.
Kesên ku beşdarî meşê bûn diyar kirin ku ew ê heman berxwedana ku di sala 2014'an de li ser sînorê Kobanî li dijî êrîşên DAIŞ'ê nîşan dan, vê carê li dijî çeteyên HTŞ'ê nîşan bidin û got ku gel ne bi tenê ye. Li aliyê din, ji 7 heta 70 salî, bi taybetî jin û ciwanên ku diyar kirin ku ew ê bi meşê re sînor derbas bikin, hevgirtina xwe bi gelê li Kobanî yê berxwedêr re anîn ziman.







