Ji Rojhilat banga piştgiriya ji bo Rojava
- 15:31 22 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştgiriya ji bo Rojava roj bi roj mezintir dibe. Ji rojhilatê Kurdistanê jî ji bo Rojava banga piştgiriyê hate kirin.
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li sr rojavayê Kurdistanê berdewam in. Li dijî êrişan, piştgiriya ji bo rojava jî her ku diçe mezintir dibe. Bi taybet jî li her çar parçeyên Kurdistanê peyamên piştevaniyê tênn. Malbata Ramîn Hisên Penahî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatiye girtin, daxuyaniyeke kin weşand û piştgirî dan berxwedana Rojava.
Malbata Ramîn Hisen Penahî ev daxuyanî da: “Em, weke dayik û bavên Ramîn Hisên Penahî, piştgiriyê didin berxwedana Rojava. Banga me ji bo hemû dinyayê ye; piştgiriyê bidin Rojava.”







