Mamosteyên Dirbêsiyê ji bo parastinê çek girtin

  • 16:47 22 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Mamosteyên li bajarê Dirbêsiyê ji bo parastina bajarên xwe çek rakirin û ragihandin ku wê berxwedan bidome.
 
Mamosteyên bajarê Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand.
 
Daxuyanî li Dibistana Şehîd Roza Cûdî ji aliyê mamoste Zozan Erebo ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji 9’ê Çileyê ve çeteyên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk a dagirker desteka wan dike, êrişên xwe l ser gelê Kurd ê Rojava didomînin. Ev êriş wekî berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Di heman demê de ku ji bo pêkanîna komkujiyan li dijî gelê Kurd e.”
 
Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin: "Welatê bi berxwedanê û xwîna şehîdan hatine avakirin ne mimkun e ku ji aliyê çeteyên faşîst ve werin dagirkirin. Tevî êrişan jî şervanên me bi rihê fedaî berxwedana parastina gel dikin.”
 
Di daxuyaniyê de bêrêziya li hemberî cenaze û gorên şehîdan hatin şermezarkirin û hate gotin: "Lîstina bi cenazeyên şehîdan û keziyên wan tirsa dijmin nîşan dide.”
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îro roja berxwedan, rûmet û roja parastina hebûna dîrokî ye û wiha hat bidawîkirin: "Em mamoste pêşengên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne. Em tevlêbûna xwe ya serferberiya giştî û piştgiriya bi QSD û YPJ’ê re nîşan didin. Em ê şopdarên xeta şehîdan bin û heya dawiyê li ber xwe bidin.”