Dayika Mehmet Yavuzel: Kurê min zarokê azadiyê bû
- 09:03 4 Nîsan 2026
- Rojane
Evîn Çîftçî
OSMANIYE - Dayika Mehmet Yavuzel yê di bodrumên Cizîrê de hat qetilkirin Hanim Yavuzel wiha got: “Em dixwazin serokê me azad bibe, tu girtiyên siyasî di zindanan de nemînin û aştî pêk bê. Divê dewlet gavên şênber bavêje.”
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 7’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û 79 rojan berdewam kir. di 7’ê Sibata 2016’an de ji 100’î zêdetir kesên di bodrumên sê avahiyan de asê mabûn hatin qetilkirin. Yek ji van kesên hat qetilkirin endamê Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) Mehmet Yavuzel bû.
Dayika Mehmet Yavuzel, Hanim Yavuzel der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtîk de nirxandin kir.
’11 salên min yên dawî wek dojehê ne’
Hanim Yavuzel daxuyakirin ku 11 salên wê yên dawî wek agirê dojehê derbas bûne û wiha bi lêv kir: “Ez li Pirsûsê hatim dinê piştre me bar kir Osmaniyê. Ez zewicîm dîsa em vegeriyan Pirsûsê. Em 10 salan li Rihayê man. Jiyan zehmet bû. Em li ser erdan wek karker dixebitîn. Derfet bi sînor bûn.
Ji ber bê derfetiyê em carek din hatin Osmaniyê. Em ji bo xebatê hatin û em li wir man. Lê tevî her tiştî jiyana me xweş bû. Ev 11 sale jiyana min wek cehnemê e.”
Nîjadperestiya bidawî nebû
Hanim Yavuzel wiha dirêjî dayê: “Ji ber pirsgirêkên debarê em hatin vî bajarî lê li vir newekhevî û nîjadperestî zêde bû. Me tiştek nedikir lê mixabin wan her carê nîjadperestî dikir. Em li Tirkiyeyê dijiyan lê nasname û zimanê me Kurd bû.”
‘Mehmet zarokê gelê xwe, zarokê azadiyê bû’
Hanim Yavuzel balkişand ser kurê xwe Mehmet Yavuzel ê di bodruman de hat qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Mehmet zarokekî hêja bû. Xwedî ahlaq û kesayekek pir baş bû. Mehmet ne tenê kurê min kurê azadiyê bû kurê vî gelî bû. Mehmet yê Kurdistanê bû. Radyoyek me tenê hebû. Stranê Kurdî û Tirkî derdiketin. Her tim ew guhdar dikir. Mehmet di temenê biçûkatiyê de eleqe nîşan dida. Di temenê biçûk de partî nas kir. 15 salî bû ji navenda çandê dernediket. Êvarê dihat malê min digot hûn li wir çi dikin. Digot em şanoyê dilîzin, govendê digerînin. Rojekê ez çûm. Li wir lîstika şanoyê dilîzin. Govend digerandin. Ez gelek bi bandor bûm.”
‘Nebêjin birîndar bêjin şehîd’
Hanim Yavuzel axaftina xwe wiha berdewam kir: “Herî dawî ji bo xebatên hilbijartinê çû Şirnexê. Got wê du rojan bimîne û bê. Her cara diçû min nekaribû bigota neçe. Sibehê rabû li wesayîtê siwar bû. Min got ‘Min neşewitîne’. Li min mêze kir û nîşaneya serkeftinê kir û çû. Ji wê rojê şûnde venegeriya. Rojekê gelefon hat gotin ‘kurê te birîndare’. Min jî got nebêjin ‘birîndar bêjin şehîd’. Ez çûm herêma ku lê bûn. Lê polîs û leşkeran pêşî li me girtin. Ez du kîlometreyan bi lingê tazî bazdam. Min got ez kurê xwe jiwir derdikim. Lê nehiştin. Kurê min pir zana bû, xwedî hişmend bû. Ji bo gelê xwe berxwe da. Di bodruman de hat qetilkirin.”
‘Divê dewlet gavê bavêje’
Hanim Yavuzel balkişand ser pêvajoya aştiyê û wiha domand: “Berê jî digotin aştî, lê çend caran xera kirin. Xwedî aştî pêk bihata. Serokê me azad bûna. Girtî bihatana berdan. Em ji dewletê gavên şênber dipên.”







