Di encama lêpirsîna Gulîstan Doku de 4 kes anîn edliyê 2026-04-16 10:02:38   DÊRSIM - Di encama lêpirsîna Gulîstan Doku’de ji 13 kesên ku hat binçavkirin 4 kes sewkî edliyê hatin kirin.   Di dosyeya xwendekara pola 2’yem a Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de di 13’ê Nîsanê de pêşketinek çêbibû. Di encama pêşketinê de kurê Waliyê Dêrsîmê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel jî di navê de 13 kes hatibûn binçavkirin. Îfadeyên 13 kesên hatin binçavkirin hîn berdewam dikin. Di dosyeyê de polîsê berê îtîrafkar Gokhan Ertok duh sewkî dozgeriyê hat kirin.   Di lêpirsîna dosyeya Gulîstan Doku de ji 13 kesên hatin binçavkirin 4 kes piştî îfadeyên wan ên li Fermandariya Cendirmeyan a Navendê ya Dêrsimê sewkî edliyê hatin kirin.   Ji kesên sewkî edliyê hatin kirin polîsê berê Gokhan Ertok, Karmendê Îdareya Taybet a Navendê Erdogan Elaldi û berpirsyarê qemereyên Zanîngeha Munzûrê Suleyman Onalan û Savaş Gulturk hene.   Kesên ku anîn edliyê bendê ye ku îfadeyên wan li dozgeriyê bên girtin. Hat diyarkirin ku îfade yek ser dê ji aliyê serdozgeriyê ve bê girtin.