Tevî biryara binpêkirinê ji nû ve ceza li Neşe Îdîl hat birîn 2026-04-22 19:11:12   STENBOL- Piştî biryara ‘binpêkirin mafê darizandina adîlane’ ya DDB’ê di doza ji nûve hat d3itin de der barê rojnameger Neşe Îdîl de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ salek û 3 meh ceza hat birîn.   Piştî biryara ‘binpêkirin mafê darizandina adîlane’ ya Dadgeha Destura Bingehîn  (DDB) doza der barê rojnameger Neşe Îdîl ji nûve li 22’emîn DAdgeha Ceza Giran a Stenbolê hat dîtin.  Der barê Neşe Îdîl de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ ji nû ve salek û 3 meh ceza hat birîn.   Der barê Neşe Îdîl de bi hinceta parvekirinên çapemeniya civakî de di 2023’an de bi îdiaya ‘propaganda terorê’ doz hat vekirin û 22’emîn Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê di 20’ê Sibata 2024’an de salek û sê meh ceza birî bû. Li ser îtîrazê Yekitiya Hiqûqê ya MLSA’yê dosya bir DDB’ê û  DDB’ê biryara binpêkirina darizandina adîlane dabû.   Di runiştian ku îro hat dîtin de ceza ji nûve li Neşe Îdîl hat birîn. Riya îstînafê jî vekirî hat hiştin.