Şoreşa Rojava: Hêviya pêşeroja ronî 2026-05-08 09:05:40 "Aştî encax bi rakirina serdestiya li ser xweza û civakê, bi pêvajoyên biryargirtinê, her wiha bi wekheviya zayendî û garantiya piraniya çandî dikare watedar be."   Derya Akyol    Îro şoreşa Rojava wek hêviya pêşerojeke ronî ku hemû cîhanê bala xwe dayê, wek alternatîfeke radîkal dertê pêş. Li dijî hilweşîna modernîteya kapîtalîst, Rojava ya bi modela konfederalîzma demokratîk xwe rêxistin dike, ne tenê berxwedanek di heman demê de pratîka şênber a civaka azadixwaz e. Ev şoreş jiyaneke ku demokrasî, piraniyê, ekoljiyê û azadiya jinê digire navenda xwe, ava dike. Rojava nîşan dide ku li ser erdnîgariya şerê bi xwîn, gel û bawerî dikarin bi awayekî wekhev ligel hev bijîn. Kurd, Ereb, Suryanî, Elewî, Ermenî û komên etnîk yên din, li vir pêşerojeke hevpar ava dikin. Ev şoreşa ku jin pêşengiya wê dikin, ne tenê ji bo gelê herêmê, ji bo hemû gelên cîhanê çavkaniya îlhamê ye. Şoreşa Rojava, li dijî tarîtiya ku kapîtalîzm û netew dewletê afirandiye, jiyaneke azad û ekolojîk diqîre. Li Rojava, koperatîfên çandiniyê, komun û meclîs, li dijî mantika alavkirinê ya sermayê, di esasa hewcedariyên civakî (xurek,av, enerjî, perwerde û her wekî din) ji aliyê civakê ve tên birêvebirin.   Jinwar: Hevdîtina şoreşa jinê ya bi ax û azadiyan re   Jinwar ya li Rojava şîn bû, projeyek şoreşê ya ku azadiya jinê û jiyana ekolojîk hatiye gel hev e. Ev gund li dijî serdestiya mêr û kapîtalîzmê, qadeke jiyanê ya ku jin ligel hev hişmendiyê dihûnin e. Li Jinwar, ax ne tenê wek qadek çandiniyê di heman demê de sembola têkoşîna azadiya jinê ye jî. Jinên ku xurekên xwe bixwe hildiberînin, torê piştevanî û perwerdeyê rêxistin dikin, li vir ne tenê riya azadiya fîzîkî, ya zîhnî jî vedike.   Li şûna encamê   Aştî encax bi rakirina serdestiya li ser xweza û civakê, bi pêvajoyên biryargirtinê, her wiha bi wekheviya zayendî û garantiya piraniya çandî dikare watedar be. Mirovahî di roja îro de divê bi texrîbata ku şaristaniyan afirandiye bê rû hev û veguhertinê bikin jiyanê. Ji axa ku hatiye tunekirin, heta hişmendiya kolektîf a civakî ya li  berxwe dide û têkoşîna azadiya jinê, her gav hêviya riya azadbûnê zêde dike. Hilweşîna ekolojîk ji serdestiya mêr û binpêkirinê cuda nayê fikirîn. Ji ber hemû berhema mantika hiyerarşik e. Talana xwezayê, xespkirina kedê û her cureyê kontrola li ser jinê, tezahurên cuda yên desthilatdariyê ne. Ji ber vê yekê, projeyek azadiyê ya rast, encax bi perspektîfeke şoreşger a giştî pêkan e.   Parastina jiyanê ne tenê parastina daran an jî xilaskirina çeman e, di heman demê de têkiliya ku mirov bi xwezayê re ava kiriye ji kokê ve guhertin e. Li şûna feraseta ku hebûnên xwezayê wek çavkanî dibîne, divê wê wek hevkarê jiyanê bibîne, li şûna mekanîzmayên dewletê demokrasî û komun esas bên girtin li şûna serdestiya mêr jiyaneke ku azadiya jinê esas digire. Ev jiyan ne bernameyek polîtîk e, di heman demê de avakirinek etîk û estetîk a nû ye.   Îro li Tirkiye û Kurdistanê tundiya dewlet mêr, ranta aborî, şer û qetilkirinên ekolojîk her diçe zêde dibe û ligel vê berxwedan jî mezin dibe. Ji ber mijar ne tenê mijara hawirdorê ye, pêşeroja jiyanê bixwe ye. Jiyan ne tenê  têkiliya me ya bi xwezayê re, ji nûve fikrandinê jî ferz dike. Tahayula jiyana ekolojîk, mirov hem wek parçeyek xwezayê hem jî wek berpirsê wê dibîne.Ev ne tenê bi pergalên hilberînê, di her qada jiyanê de guherînê ferz dike. Lihevkirina bi ekolojiyê re, heta ku jiyaneke demokratîk û tevliker ava nebe aştiyeke mayînde jî ne pêkan e.   Jiyan bi qasî ku di bin serdestiyê de nikare bê girtin, xurt e. Îro li her çar alî cîhanê, hêviyên di qada têkoşînê de bilind dibin, mizginiya cîhaneke azad didin. Her dîwarê hilweşiyaye, her riya vebûye, her dengê aştiyê yê bilind bûye, redkirina jiyana heyî ye. Ev berxwedan, tenê têkçûna mekanîzmayên zextê nîşan nade, di heman demê de nîşaneya vejîna hişmendiya siyasî ya nû ye. Xwêdana ku siberojê ava dike kokên xwe ji bîra axa qedîm digire. Ev berxwedana kolektîf, ne tenê bertekek e, zemîna veguherîna civakî jî ava dike.   Ev nivîs ji 35’emîn hejmara mijara dosya ‘sosyalîzma civaka demokratîk’ a kovara Jineolojiyê hatiye girtin.