Li Rojhilata Navîn encamên sosyalîzma reel

  • 09:11 23 Çile 2026
  • Jineolojî
"Kifş û îcatên ku mirovan ji bo jiyankirinê dîtine wek daneya şoreşa zîhnî derketine holê. Jiyana xwecihî, avakirina perestgehan, diyarkirina hewcedariyê kolektîf, hemû gavên şoreşî yên bi pêşengiya jinê pêk hatine. Ev gav ne tenê di têkiliyên hilberînê de, di pergalên din de jî rê li ber veguherînê vekiriye, ji avabûna pergaleke sembolîk û etîk a navenda wê jin e re jî zemîn ava kiriye."
 
Gelawêj Şarbajar
 
Di Kurdî de gotina ‘civakbûn’ tê wateya ‘civakîbûnê’. Lê ev beramberiya ziman ne tenê îfadeyek semantîk di heman demê de navê teşeya rêxistibûna hebûnî ye. Ev têgeh di esasê azadî û wekheviyê de tê wateya rêxistinbûna di teşeyê xweseriya civakî ya ji nû ve. Heman demê de sosyalîzmê jî bi avakirina pergala demokratîk re pêkan dike. Ji ber civak di esasê xwe de demokratîk e; ev demokrasî ne ji aliyê sazbûnên berê hatine diyarkirin, ji jiyana civakî bixwe diafire.
 
Çavkaniya civakîbûnê bi fîgura jinê re afiriye. Ya rast bi jina dayik re. Di destpêka dîrokê de civakbûn ji aliyê jinan ve hatiye avakirin û jiyana bi hev re rêxistin kiriye. Gotina ‘civakîbûnê’, ji têgeha ‘kombûnê’ dihewe û komek mirov li dora jina dayik bûne yek û hişmendiya kolektîf hatiye avakirin. Ev rewş jinê ne tenê fîgurek biyolojîk heman demê de kiriye kirde û pêşenga civakê.
 
Di encama civakîbûna li dora jinê pêk hatiye de, mirov ji epîstemolojîk û ontolojîk a zindiyên din cuda dike. Em dikarin vê cudahiyê gava yekemîn a mirovahiyê binirxînin. Di her gava nû de hewcedariya sembolîzekirina fikr, nêrîn û xeyalan derketiye holê. Vê hewcedariyê jî ziman afirandiye. Vejîna ziman jî ne tenê danîna têkiliyê, heman demê de qonaxeke xwe avakirina hebûnê ye. Bi pêşketina ziman re şoreşa zîhniyetê afiriye; mirov ne tenê hebûnek biyolojîk a di xwezayê de lihev dike, heman demê de wateyê watedar dike û diguherîne jî.
 
Kifş û îcatên ku mirovan ji bo jiyankirinê dîtine wek daneya şoreşa zîhnî derketine holê. Jiyana xwecihî, avakirina perestgehan, diyarkirina hewcedariyê kolektîf, hemû gavên şoreşî yên bi pêşengiya jinê pêk hatine. Ev gav ne tenê di têkiliyên hilberînê de, di pergalên din de jî rê li ber veguherînê vekiriye, ji avabûna pergaleke sembolîk û etîk a navenda wê jin e re jî zemîn ava kiriye.
 
Di vê pêvajoyê de komên nêçîrê yên ku mêran ava kirine hene. Ev kom tenê bi neçîrvaniyê sînor nemane heman demê de kulube ava kirine, cihên aydê xwe ava kirine. Lê  motîvasyona esas a van koman ev e ku faaliyetên der barê qetilkirina sewal û mirovan de mezin bikin, xwe bipêş bixînin û serdest bike bû. Bi vî awayî hewldana desthilatdariyeke ku dixwest bibe alternatîfa jinê afirandiye derketiye holê, koma nêçîrvan a mêr xwestiye civakê bigire dest. Di vir de nakokiya esas, li dijî etîka jiyana civakî, vejîna rêxistibûneke mirinê esas digire ye.
 
Ji bo ev tehdîd bên rawestandin û nirxên li dora jinê pêş ketine bên parastin, Şoreşa Neolotîk pêk hatiye. E şoreş ne tenê veguherîna teknolojîk, heman demê de sekneke epîstemeolojîk, sembolîk û exlaqî ye. Şoreşa Neolojîk, îradeya sîstematîzekirina nirxên civakî esas digire ye. Li vir têkiliya navbera civak û mirovbûnê de carek din tîne ziman: Mirovbûn bi civakîbûnê pêkan e.
 
Der barê vê pêvajoya fikrî û dîrokî de Abdullah Ocalan nirxandina ‘di sosyalîzmê de israr, di mirovbûyînê de israr e’ dike. Ev nirxandin gelek girîng e. Ev îfade hem di alî etîk hem di alî ontolojîk de wateyek kûr dihewîne. Di vê esasê de sosyalîzm rêwitiyeke ku azadî, wekheviyê esas digire. Ji ber vê jî em dikarin bêjin ku rastiya xweser a sosyalîzmê û heqîqeta li ser vê axê zemîna qedîm a Mezopotamyayê ava kiriye.
Lê nakokî di vir de dest pê dike: Li ser vê axê şoreşên sosyalîst ên reel pêş neketine. Tevî ku bawerî, şoreşên civakî, kevneşopiyên felsefî li vê erdnîgariyê derketine holê, çima sosyalîzm di sedsala 20’î de li Rojhilata Navîn mayînde nebûye? Ev ne tenê pirsgirêkek dîrokî ye heman demê de ontolojîk e.
 
Destkeftiyên behsa wan tê kirin, nayê wateya ku nabin pirsgirêk. Her pêşketin heman demê de pirsgirêkek nû jî diafirîne. Dîrok di xeteke rast de pêş nakeve; karekterekî helezonîk dihewîne. Pêş dikeve, şûnde dikeve, dubare dike û vediguhere. Pergala koletiyê, desthilatdarî, derketina dewletan, bi taybet jî tundiya împaratoriyan pêk aniye raste rast girêdayê vê ye. Rêveberiya dewleta hiyerarşîk fikr û bawerî wek alava serdestiyê bi kar aniye.
 
Di sedsala 19’an de Karl Marx û Frîedrîch Engels metaryalîzma diyalektîkê esas girtiye û teoriya sosyalîzmê ava kirine; paradîgma sosyalîst modern ava kirine. Ev teorî bi taybet li welatên wek Sovyet, Kuba, Çîn û Vîetnamê veguherine tecrubeyên şoreşê yên şênber. Rojhilata Navîn jî ji vê fikrê bandor bûye. Lê di serê salên 1990’î de sosyalîzma reel, bi aloziya giştî re li Rojhilata Navîn ketiye pêvajoya helandinê. Yek ji sedema vê jî qelsiya teorîk e. Bi taybet mijarên civak, dewlet, dîrok, ol û jinê bi kurahî nehatine analîzkirin. Ji ber vê jî hem di alî teorîk hem di alî pêkanînê de kêm maye.
 
Rojhilata Navîn tevî ku erdnîgariyeke bi salên dirêj ji mirovahiyê re pêşengî kiriye jî di sedsala 19’an de rola xwe winda kiriye. Li Ewropayê di navbera sedsalên 15-17’an de tevgerên Ronesans, Ronakbirî û Reformê bandor li veguherîneke zîhniyetê ya şoreşî kirin. Lê Rojhilata Navîn hîna di bin pirsgirêkên giran ên civakî û rêbazên dewletê yên monarşîk de digevizin. Êdî veguheriye pêvekek welatên Rojava.
 
Yek ji nokteyeke din a divê neyê jibîrkirin ev e; Di encama Seferên Haçli yên rê li ber Ronesansê vekirin de, çavkaniyên Rojhilata Navîn ji welatên Rojava re hat veguhestin. Berhemên mîtolojîk û zanigî veguherîne zimanê Rojava, veguhestine Ewropayê. Di encama êrîşên Mogolan de, bi koçberbûna oldarên Xiristiyan û Yahudî re, li Rojhilata Navîn tenê kirdeyên îslamî mane. Îslam di vî alî de hem senteza kevneşopiyên Yahudî û Xirstiyan, hem jî  tevliheviyeke mîrateya çand û felsefeya Rojhilata Navîn e. Ev ragihandina çavkaniyê li Rojava şoreşa zîhniyetê diafirîne, Rojhilata Navîn jî hepsê zîhniyeteke dogmatîk bûye.
 
Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Li Rojhilata Navîn tecrub e û mînakên dîrokî’ wê bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 35’an a mijara dosyaya ‘sosyalîzma civaka demokratîk’ a kovara jîneolojiyê hatiye girtin.