Karê bêdawî yê ji ser erdan heta malê yên jinan.. 2026-10-01 09:04:08   Evîn Çîftçî   SEMSÛR - Li Bulamê jinên kedkarên çandiniyê ku beramberê keda xwe nagirin wiha gotin: “Qezenca ser erdan ket, ked zêde bû. Ez nexebitim wê 4 hezar têrî çi bike? Kirêya min ya sê mehan ketiye ser hev em nikarin bidin.”   Li bajaroka Bulam a Çîlikan a Semûrê bi sedan malbat sibehê zû radibin û dest bi kar dikin. Kedkar ku hîna roj hilnehatiye diçin ser erdan û di bin germê de heta nîvro dixebitin. Jinên ku hem li ser erdan hem li malê dixebitin keda wan nayê dîtin.   Li Bulamê jinên li ser erdan kedê didin zor û zehmetiyên di aboriyê de dijîn vegotin.   Karê bêdawî yê ji ser erdan heta malê   Dîlek Gunduzalp ku behsa zor û zehmetiyên karê li ser erdan kir da zanîn ku karê wan zemet e û sibehê saet di 05.00’an de dest bi kar dikin. Dîlek Gunduzalp wiha anî ziman: “Em heta êvarê xebatê dimeşînin. Me îsal berhem tiştek negirt. Bi barîna zipikê re tu hilberîn me negirt. Sê sal in wisa ye. Berê me karker digirtin niha  em nikarin. Em wek malbatî dixebitin. Ez li ser erdan û piştre jî li malê karê malê dikim.”   ‘Berhemên me di destê me de ma’   Rûşen Firat jî wiha pê de çû: “Me evqas ked da. Bi zîpikê re keda me çû. Em ji meha nîsanê de ye di vî karî de ne. Sala boarî nebaş bû. Îsal hîn bêtir nebaş e. Berhemên me yên sala borî li malê ye. Qezenca erdan ket, ked zêde bû. Mixabin yekane qezenca me erd in û em neçar in bixebitin.”   ‘4 hezar wê têrî çi bike’   Şehrîban Bulut jî daxuyakirin ku rojaneyên wan têrî tiştekî nake û wiha berdewam kir: “Mala min tuneye. Ez di kirê de me. Em hewl didin bi rojaneyan debarê bikin. Rojane hezar TL qezenc dikim. Ez nexweş im. Em bi vî pereyî nikarin tiştekî bikin. Dewlet du mehan carê 4 hezar dide min. Hevjînê min tuneye. Ev têrî tu tiştekî nake.”