Seata pêşkêşkirina ‘qanûna çarçoveyî’ diyar bû 2026-08-04 19:39:12   ENQERE - Qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” dê sibe di seat 10’an de pêşkeşî meclisê bê kirin.   Qanûna Çarçoveyî li meclisê hat îmza kirin. Li ser navê MHPê îmzaya yekem Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî avêt, Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş jî îmza kir. Qanûna ku 12 xalan pêktê dê sibe di seat 10.302an de pêşkêşî Serokiya Meclisê bê kirin.   Piştî qanûn pêşkêşî Serokiya Meclisê bê kirin dê seat di 11.00’an de AKPê û MHPê daxuyaniyeke hevpar bidin. Di daxuyaniyê de Serokê Koma AKPê Abdullah Guler, Serokwekîlê Koma AKPê Efkan Ala û Serokwekîlê Koma MHPê Erkan Akçay, Fîlîz Kiliç û Fetî Yildiz dê cih bigirin.