Ciwan li dijî êrîşan daketin kolanan 2026-01-21 23:55:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wêranşarê ciwanên hatin gel hev, êrîşên li Rojava protesto kirin. Ciwanan bi barîkatan bersiv dan êrîşên polîsan.   Li navçeya Wêranşar a Rihayê ciwan li ser Riya Amedê ya Taxa Cumhuriyetê hatin ge hev û êrîşên li hember Rojava protesto kirin. Polîsan êrîşê ciwanan kir û ciwanan bi avakirina barîkatê bersiv dan polîsan.   Akdenîz   Taxa Yenîpazar a Akdenîz a Mersînê bi hinceta ku êrîşên HTŞ’ê protesto kirine ev 6 roje ji aliyê wesayîtên zirxî ve di dorpêçê de ye. Ciwanan tevî dorpêçê îro daketin kolanan. Ciwanan li dijî êrîşa polîsan bi fîşekên hewayî bersiv dan.