Jî bo meşa qoserê bang: Em bibin dengê Rojava 2026-01-22 11:46:06   MÊRDÎN -Ji bo meşa ku dê sibê li Qoserê  li dijî êrîşên li ser Rojava bê lidarxistin, banga tevlibûnê hat kirin.   Sibê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve, li dijî êrîşên li ser Rojava meşek mezin tê lidarxistin. Platformê ragihand ku meşa  dê saet di 13:30an de bi ruhê seferberiya neteweyî pêk were, dê li Qada Azadiyê dest pê bike. Ji bo Meşa ku dê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kılıçgün Uçar beşdar bibe, banga beşdarbûnê hat kirin û hat û wiha hat gotin, "Divê gelê Kurd li her derê bi ruhê seferberiya neteweyî bibe dengê gelê Rojava."