Gelê Mexmurê ji bo Rojava li ser piyane 2026-01-23 00:14:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Mexmurê jib o Rojava çalakî  û meş pêk anîn û piştgiriya xwe anîn ziman.   Welatiyên Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cudî ya li Mexmûrê ji bo Rojava çalakiya 24 saetan pêk anî û di çarçoveya van çalakiyan her şev bernameyên cuda pêk tên.   Îşev jî girseya kom bû berbi Saziya Malbatên Şehîdan meş pêk anîn. Welatiyan dirûşme berz kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Seranserê çalakiyan dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bê serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.