Şandeya saziyên Bakur ji Rojava vegeriya 2026-01-23 13:12:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya saziyên Bakurê Kurdistanê ku bi armanca piştgiriya Rêveberiya Xweser çûbû Rojavayê Kurdistanê, serdanên xwe temam kir û îro vegeriya Bakur.   Şandeya ku ji Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokê DBPê yê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz, endamê înîsiyatîfê Îmam Taşcier, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu, Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) Çîmen Fîdan, dayika aştiyê Asya Tay, Rêveberê Komeleya Hiquqnasan ji bo Azadiyê (OHD) Mehmet Alî Aslan, Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, Serokê Baroya Mêrdînê Ehmed Duyan pêk dihat, roja 21ê Çileyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû, serdanên xwe yên li Rojava temam kir.   Şandeyê li Rojava serdana Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Şandeya Kurdî û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser û gelek aliyan re hevdîtin pêk anîn. Piştî temambûna bernameyê şande car din bi ser Herêma Kurdistana ve vegeriya Bakurê Kurdistanê.