Li Qoserê peyama 'Rojava nasname û îradeye' hat dayîn 2026-01-23 13:34:16   MÊRDÎN - Li Qoserê ji bo Rojava bi tevlîbûna sedan kesan meş hat lidarsin û Çîgdem Killiçgun Ûçar got, “Ew tiştê ku li Rojava tê parastin rizgariya jinan e, rizgariya gelan e.”   Bi pêşengiya DEKUP'ê ji bo li dijî êrîşên ser Rojava meş hat lidarxistin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, gelek sazî û dezgeh û bi sedan welatî beşdar bûn. Meşa ku li Qada Azadiyê dest pê kir, li Parqa Mehmet Sîncar bi dawî bû. Di meşê de tim dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava”, yek yek yek e, Gelê Kurd yek e” û “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.   Di dema meşê de, pankartên ku wêneyên porê şervanekê ku hatibû birin  hat hilgirtin. Her wiha ji bo bal bikişînin ser şervana jin a ku porê wê yê hatibû birîn û jinan li qada meşê porê hevdû hûnandin.   Girseya ku gihişt ber Parqa Mehmet Sîncar, li vê dere  Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî.   ‘Rojava nasname û îradeye’   Çîgdem Kiliçgun Uçar, destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û jinên Kurd hedef tê girtin. Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku Kurd ji 6’ê Çileyê ve li çaraliyê cîhanê ji bo Rojava gel li ser piyan e û got, "Tiştê ku li Rojava tê parastin nasnameya gelekî, îradeya wan a xwerêveberiyê û azadiya jinan e."     Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku gelê Kurd di berf û baranê de li kêleka Rojava ye. Çîgdem Kiliçgun Uçar, bi lêv kir ku mirov ji ber nasnameyên xwe tên kuştin û got, "Li Rojava, Kurd ji ber ku Kurd in, Elewî ji ber ku Elewî ne û Durzî ji ber ku Durzî ne tên qetilkirin."   ‘Rojava şoroşa jinê tîne bîra mirov’   Çîgdem Kiliçgun Uçar, tekez kir ku di sedsala 21’an de parastina xwe, ax û nasnameya xwe ji bo gelek kesan rewa ye û diyar kir ku gelê Kurd, ji Stenbolê heta Enqerê, ji Îzmîrê heta Amed û Mêrdînê, tevî sînorên xêzkirî jî, yekîtî û hestên xwe winda nekiriye. Çîgdem Kiliçgun Uçar, destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên ku têne meşandin hêvî û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kêm nekiriye û wiha axivî, "Dema ku di medyayê de behsa Rojava tê kirin, tenê tiştek tê bîra mirov; Şoreş. Bi taybetî şoreşa jinan."       ‘Ji porê jinan ditirsin’   Çîgdem Kiliçgun Uçar, tekez kir ku pergala cîhanê ya ku ji aliyê mêran ve serdest e ji azadiya jinan ditirse û wiha bi lêv kir, "Em ê bi hev re li dijî kesên ku xwe dispêrin HTŞ'ê, yên ku hewl didin ji HTŞ'ê desthilatdariyê bi dest bixin.   ‘Têkoşîna gel tê parastin’   Çîgdem Kiliçgun Uçar, destnîşan kir ku ji meha Çileyê ve hewl tê dayîn ku şer gurtir bibe û tekez kir ku tiştê ku li Rojava tê parastin têkoşîna gel a berdewam e. Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku Kobanî di bin dorpêçê de ye û got, "Kobanê ne tenê cihekî erdnîgarî ye; di bîranînên me hemûyan de cihekî pir girîng digire. Çawa ku me duh ew parast, em ê îro jî wê biparêzin."   Di dawiyê de, Çîgdem Kiliçgun Uçar, banga 27ê Sibatê dubare kir û diyar kir ku hemû gelên li vê herêmê dijîn wekhev û azad in û got, "Têkoşîna ku 100 sal in tê meşandin, divê niha bi demokrasî û azadiyê re bibe yek."   Çîgdem Kiliçgun Uçar axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Têkoşîna ku em diparêzin azadiya gelan e, bijî berxwedana Rojava!"   Daxûyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.