Rêxistinên hiqûqê yên Edeneyê piştgirî dan Rojava 2026-01-23 16:04:28   EDENE - Rêxistinên hiqûqê yen li Edeneyê, êrişên HTŞ’ê şermezar kirin û ji bo Rojava daxwaza aştiyê kirin.   Nûnertiyê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Edeneyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Edeneyê, ji bo bo protestokirina êrişên li ser Rojava li pêşiya Edliyeya Edeneyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê pankarta “Em ê li dijî êrişên li ser Rojava bêdeng nemînin” hate hilgirtin û metna daxuyaniyê ji aliyê Hevberdevka Nûnertiya OHD’ê ya Edeneyê Zelal Demîray ve hate xwendin.    Zelal Demîray diyar kir ku ji şerê Sûriyeyê ji sala 2011’an ve bûye sedema binpêkirina mafê jiyanê yê gelek kesan û binpêkirinên giran ên binpêkirina mafê mirovan veguheriye krîzeke kûr. Zelal Demîrayê destnîşan kir ku modela li Rojava hatiye avakirin li ser esasê wekheviya gel, bawerî û nasnameyan e û vê modelê ji aliyê raya navneteweyî ve wek pergalekî rewa hatiye pêşwazîkirin. Zelal Demîrayê destnîşan kir ku Kurdên li Roava bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ve ne tenê hebûna xwe lê ewelehiya herêmî û ya navnetweyî parastine.    Zelal Demîrayê bangî TBMM’ê kir ku divê ne bi HTŞ û komên selefî re bi gelê Kurd û gelên li Sûriyeyê re diyalog bê danîn û ev tişt got: “Hikûmeta Tirkiyeyê, divê mafê jiyanê, mafê neteweyî û demokratîk ê gelê Kurd biparêze û ev yek dê bibe helwestekî aştiyane. Em ji raya giştî re radigihînin ku ji bo parastina aştiya herêmê em ê berpirsiyariyên xwe yên hiqûqî û civakî yên li hemberî Sûriyeyê bi cih bînin.”    Daxuyanî bi çepikan ve bi dawî bû.