Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê şer bê rawestandin 2026-01-23 18:36:08   ÊLIH - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê li dijî êrişên ku li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin daxuyanî da û got: “Em bang li raya giştî ya demokratîk, parêzvanên mafên mirovan û hemû komên civakî yên têkildar dikin ku li hember êrîş û binpêkirinên mafên mirovan bisekinin. Ji bo ku mafên gerdûnî yê gelê Kurd bê naskirin divê şer bê rawestandin.”   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê têkildarî êrişên ku li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin de daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Rêxistina DEM Partiyê, DBPê, TJAyê, ARÎ-DER, Navenda Çandê ya Baharê, Egîtîm Sen, MEBYA-DER, TAUY-DER, ÎHD û OHD tev li daxuyaniyê bûn. Girseya ku tev li çalakiyê bibû pankarta “Gelê Rojava ne bi tenê ye” hiligirtin û li ser dovîzan “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî, bi aştiyê pêk tê”, “Li Rojava komkujî pêk tê”, “Bijî yekîtî” û “Rojava ne bi tenê ye” hatin bilindkirin. Her wiha girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedanan Rojava”, “Rojava rûmet e rûmeta gelê Kurd e” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê Egîtîm Senê Ramazan Bîlmez ve hate xwendin.   Metna daxuyaniyê bi vî rengî ye:   “Şerê çekdarî ku ji sala 2011an vir ve didome hemû mafên jiyanê û şert û mercên ewlehiya sivîlan binpê dike. Ev yek bûye sedema wêrankirina mirovahiyê û koçberiya bi darê zorê. Binpêkirinên sîstematîk ên mafên mirovan her roja ku diçe xerabtir dibe. Di demên pevçûnên dijwar de Kurdan bi her awayî parastina xelkên sivîl û parastina mafê xwe yê jiyanî kiriye. Kurd li dijî êrişên DAIŞê yên ku sivîlan hedef digirtin, roleke mezin lîstine. Di vê pêvajoyê de, gelê Kurd ne tenê ji bo parastina hebûna xwe têkoşiyane. Hêza Kurd ji bo pêşeroja hevpar û ewle ya hemû gelên herêmê li dijî komên çekdar parastiye. Ev bûyer careke din nîşan dide ku aştiyeke mayînde ne bi rêya zordarî, înkar û rêbazên leşkerî ye. Bi rêya diyalogê li ser bingeha mafên mirovan, garantiyên qanûnî û prensîba hemwelatîbûna wekhev mumkun e.   Divê binpêkirinên mafên mirovan bêne rawestandin   Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî dijwar diqewime. Em bang li civaka Navneteweyî û bi taybetî jî Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên girêdayî wê dikin. Da ku pêşî li êrişan bigirin û berpirsiyar hesab bidin. Divê mekanîzmayên çareseriyê û saziyên berpirsiyar ên li dijî komkujiyan çalak bikin. Pratîka danûstendin a bi aktorên Kurd re li ser bingeha hevsengiyên siyasî û jeopolîtîk ên demkî bêne xurtkirin û binpêkirinên mafên mirovan bêne rawestandin.   ‘Divê şerê li herêmê bê rawestandin’   Avakirina rêziknameyên civakî û siyasî li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, dabeşkirina biedaletî û mafên mirovan e. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk, parêzvanên mafên mirovan û hemû komên civakî yên têkildar dikin ku li hember êrîş û binpêkirinên mafên mirovan bisekinin. Divê hêzên navneteweyî şerê li dijî Kurdan bidin rawestandin û bêdeng nemînin û berpirsiyariya avakirina Sûriyeyek demokratîk bigirin ser xwe. Ji bo ku mafên gerdûnî yê gelê Kurd bê naskirin divê şerê li herêmê bê rawestandin.”