Ji Londonê dengê xwe bilind kirin: Şerm bikin! 2026-01-23 23:15:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên li ser Rojava, bi hezaran Kurdistanî li ber avahiya Balyozxaneya DYA'yê hatin cem hev û ji DYA'ya ku rê li ber êrişên çeteyên DAIŞ-HTŞ’ê vekir re qîriyan: "Şerm bikin!"   Bi armanca protestokirina êrîşên DAIŞ-HTŞ û çeteyên di bin piştgiriya dewleta Tirk a dagirker de yên li ser Rojavayê Kurdistanê, li Brîtanyayê bi hezaran Kurdistanî li ber avahiya Balyozxaneya DYA'yê kom bûn.   Di çalakiyê de rojnameger Mark Campbell, rojnameger-lêkolîner Aladdin Sinayiç û gelek nûnerên saziyên girseyî yên demokratîk ên Kurd axivîn. Di axaftinan de bal kişandin ser wê yekê ku DYA bi polîtîkayên xwe çeteyên cîhadîst ên destbixwîn rewa dike û hate gotin: “Gelê Rojava ji bo rûmeta mirovahiyê bi deh hezaran şehîd dan. Bêdengiya we ya li hemberî HTŞ û çeteyên din ên bermayiyên DAIŞ’ê tê wateya xwînê. Şerm bikin."   Di dema çalakiyê de hunermend Tara Jaff, ji bo bertek nîşanî birîna porê jinên şervan a ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve li Reqayê bide, porê xwe hûnand. Aktîvîstên ku ji Ugandayê hatibûn jî tevlî girseyê bûn û sloganên “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdistan” qîriyan.   Çalakî bi çepik, slogan û tîlîliyan bi dawî bû.