Di hembêza wê de pitika wê, taxa xwe diparêze 2026-01-25 12:44:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Emel El Hisên ku di hembêza wê de çek û zarokên wê li Rojava taxa xwe diparêze, got: “Li welatekî ez naparêzim mafê min ê jiyanê tune ye.”    Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam in. Li dijî van êrişan, di serî de jin gelê Rojava di çarçoveya banga seferberiyê de di eniyên berxwedanê de cih digire. Li gorî nûçeya ANHA’yê; Emel El Hisên ku Ereb e û li Çilaxayê dijî, di hembêza wê de zarokê wê û tifinga wê, taxa xwe diparêze.    Emel El Hisên, dibêje: “Tevî temenê keça min a biçûk û sermaya dijwar jî, lê îro roja rûmetê ye, roja ku her kes erk û berpirsyariyê xwe pêk bîne, herêma xwe û saziyên wê ji êrişên biparêze ye. Bi van êrişan dixwazin îradeya me û hebûna me têk bibin. Welatek ku ez neparêzim, mafê min ê jiyana li wî welatî tune ye. Ji ber vê yekê ez tev li seferberiya giştî bûm da ku herêma xwe biparêzim. Bila em hêjayî jiyana li welatê xwe bin. Îro roja parastinê ye. Li hember êrişên li dijî hebûn û yekitiya me, ez ê heta nefesa xwe ya dawîn derkevim û bajarê xwe biparêzim.”