Li Londonê bi hezaran kes ji bo Rojava daketin qadan 2026-01-26 01:36:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi banga tevgerên Kurd li Londonê zêdetirî 40 hezar Kurdistanî hatin cem hev, êrişên li ser Rojava protesto kirin û tekez kirin ku Kurdistan wê azad bibe û ew ê Rojava biparêzin.   Bi banga tevgerên Kurd, ji her çar parçeyên Kurdistanê zêdetirî 40 hezar kes bi diruşma "Ji şerê li dijî Kurdan re na" li ber avahiya BBC’yê ya li navenda bajêr kom bûn. Ji her bawerî û pêkhateyên Kurdistanî; ji Elewî heta Sunnî, ji Êzîdî heta Suryanî beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha tevî hemû rêxistinên Kurdistanî, saziyên Elewiyan, komên çep ên şoreşger, pêkhateyên ekolojîk û dostên Kurdan jî li qadê amade bûn.   Jin bi cil û bergên neteweyî tevlî çalakiyê bûn. Bi sedan alên YPG û YPJ’ê û alên Kurdistanê hatin hildan. Çalakiya ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, bi sirûda neteweyî ya Kurdistanê “Ey Reqîb” û bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Di vê kêliyê de girseyê diruşma “Şehîd namirin” qîriyan.   Girseya ku bertek nîşanî hikûmeta Brîtanya û medyaya sereke da, berê xwe da avahiya BBC’yê û diruşma “Shame on you” berz kirin. Li dijî birîna porê şervaneke jin ji aliyê çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê ve li Reqayê, jinên Kurdistanî porê xwe hûnandin   Di axaftinên li ber avahiya BBC’ê de hat destnîşankirin ku li dijî êrişên HTŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk û çeteyên din ên cîhadî, gelê Kurdistanê dê parastina xwe ya rewa wekî yekparçeyek bimeşîne. Di axaftinan de peyama “Em ê Rojava biparêzin. Em ê Kurdistanê azad bikin” hat dayîn. Di axaftina li ser navê Civaka-Azad de têkoşîna fedaî ya şervanên Kurd a li dijî çeteyan, hat silavkirin.   Di axaftinan de polîtîkayên faşîst û nîjadperest ên li dijî gelê Kurd hatin rexnekirin. Di dawiya axaftinan de hat gotin ku gelê xwedî çiyayên azad e tu carî nayê têkbirin û peyama: “Em Mahabad in, Urmiye ne, Hemrewan in, Amed in, Dêrsim in, Botan in, Hewlêr in, Kobanê ne, Silêmanî ne; em Başûr-Bakur, Rojava-Rojhilat in. Em Kurdistan in” hat dayîn. Bi deh hezaran kesî diruşmên “Kurdistan Yek e” û “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin.