Li Dêrikê bi sedan kes meşiyan: Korîdora mirovahiyê vekin 2026-01-26 13:08:30   MÊRDÎN - Li Dêrîkê bi sedan kes ji bo Rojava meşiyan û li vê derê Saliha Aydenîz axîvî û bang kir ku ji bo Rojava û Kobanê koridora mirovahiyê vebikin.     Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî êrişên li dijî Rojava li navçeya Dêrik a Mêrdînê meşek li dar xist. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li meşê bûn.   Girseya ku li ber avahiya postexaneyê kom bû pankartên li ser “Rojava hêvî ye, berxwedan e, azadî ye. Xwedîderketina li Rojava Xwedîderketina li Mirovahiyê ye” û li ser “Jin jiyan azadî” dinivîsî û kezî li ser bûn hilgirtin û dowîzên “Jin jiyan azadî”, “Keziyên me berxwedan e” ,  “Rojava xeta me ya sor e” û “Rojava rûmeta me ye” , “Kezî têkoşîn e, azadî ye, rûmet e” , “Heta em azad nebin hûn rehetiyê nabînin” , “Li Kobanê zarok dicemidin”,  “Li Kobanê komkujiya zarokan heye”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Zarokên Kobanê ne bi tenê ne” rakirin. Girseyê li vir “Bijî berxwedana Rojava” , “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” berz kirin. Jinan beriya meşê keziyên hev hûnandin.   Girse ji ber postaxaneyê heta Qada Bajêr bi berzkirina dirûşmeyan û sirûdan meşiyan.   ‘Abdullah Ocalan lîstokên wan vala derxist’   Di destpêkê de Parlamenterê Mêrdînê George Aslan axivî û bi lêv kir ku li çar aliyê Kurdistan, Tirkiye û cihanê Gelê Kurd li dijî êrîşên ser Rojava li ser piyan e. Geroge Aslan, bi lêv kir ku di sedsala 21’emîn de dîsa xiyanet li Gelê Kurd hatiye kirin. George Aslan, bal kişand ser banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Bi banga 27’ê Sibatê ve ji bo lîstokên wan vala bê derxitin û aştî bê avakirin vê pêvajoyê destpê kir. Lê belê em hemû gelê li çar aliyan ve dikarin bi hevre bijîn û lîstokên wan vala derbixin. Ew kesên ku komkûjiyê dikin re pera  dişînin û li ser mehfûra sor wan pêşwazî dikin hevkarê vê komkûjiyê ne. Hin kesên rêvebir ji bo aştiyê kar nakin. Kesên ji bo aştiyê divê destên xwe dirêjî aştiyê bikin, şûna wê destên xwe dirêjê kesên ku kurdan qetil dikin. Em alîgirên aştiyê ne û aştiyê dixwazin. Heta ku ji destên me bên em ê aştiyê biwazin û di nav hewldanê de bin. Ne ji şer re ji aştiyê re pêwîstî heye. Bila rayedar jî bi vî awayî nêz binin. Gelê Kurd li hember emperyalîzman dê serî netewîne.”   George Aslan bi minasebeta 11’emîn salvegera Kobanê silav şand ji gelê Kobanê re.   ‘Korîdora mirovajiyê vekin’   Piştre parlamenter Saliha Aydenîz axivî û wê jî ji Çiyayê Mazî hezar silav ji Rojava û Kobanê re şand. Saliha Aydenîz bi minasebeta Kobanê jî silav şand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “11 sal berê gotin ‘Kobanê ket wa ye ket’. Lê Kobanê neket û rizgar bû. Dê rizgariya wê berdewam bike. 11 sal berê Gelê Kurd, gelê Kobanê û jinên Kurd li hember çeteyên DAÎŞ’ê li berxwe dan. Lê dewletên dagirker û navneteweyî îro bûne yek ji bo vê carê Kobanê bixin û jinan tune bikin. Ji bo Kobanê bê statû bihêlin vê yekê dikin. Çawa ku jin û Gelê Kurd wê demê pêşengî kirin dê îro jî pêşengiyê bikin. Kobanê neket û nakeve. Ew ên serokê çetayan ser mehfûrên sor pêşwazî kirin, salvergera 21’an de 6 zarok ji sermaye jiyana xwe ji dest dan. Em vê yekê qebûl nakin. Kesên ku çavên xwe girtine û bêdeng in hevkarê vê komkûjiyê ne. Komkujiya kurdan dixwazin. Divê hemû kes vê yekê baş bizanibe. Em dibêjin demildest korîdora mirovahiyê vebikin. Ger ku hûn kujerên zarokan nînin vê korîdorê vebikin. Îro bi mîlyonan kes dixwazin li cem gelê Kobanê be.”   ‘Em bibin yek’   Saliha Aydenîz teqez kir ku Gelê Kurd li çar aliyê cihanê bûye yek û got dirûşmeya “yek yek yek e, welatê kurdan yek e” her deverê belav bûye. Saliha Aydenîz, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro hemû kurd bûye yek. Hişmendiya wê li Kobanê û Rojava ye. Em ê yekîtiya xwe xurtir bikin. Em li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava bibin yek. Em bibin yek bibin Kobanê, Rojava, Hesekê, Eşrefiyê. Pêwîst e em vê berxwedana xwe mezin bikin. Bila bizanibin Gelê Kurd bi hezar sal e li ser vê axê jiyaye û wê bijî jî.”   Axaftin bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî  Berxwedana Rojava” bi dawî bû. Her wiha ji bo meşa sibê ya Nisêbînê jî banga tevlîbûnê hat kirin.