Li Kobanê 5 kes hatin kuştin 2026-01-26 14:39:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê li gundê Xerab Hişkê yê Kobanê komkujî kirin. 5 kes hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.   Çeteyên HTŞ, dewleta Tirk û DAÎŞ'ê ku li gel agirbestê jî ji doh bi şev ve êrişeke giran dibin ser gundên Kobanê, li gundê Xerab Hişkê komkujî kirin.   Di encama êrişên çeteyan de 5 kes hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.   Navê şehîdan bi vî rengî ye: Fatima Osman, Cemîle Ehmed Osman, Sulav Reşo Bozan Kedro, Cafer Mihemed Şêx Bozan (zarok) û keça Mihemed Şêx Bozan.   Li gorî agahiyan, ji birîndaran navê 5 kesan bi vî rengî ye:   Şerîhan Hec Mehmûd (33), Fatme Hec Mehmûd (17), Mesûd Şêx Bozan (5), Nisrîn Mistefa (25), Mihemed Şêx Bizan.   Tê gotin, birîndar di binê kavilan de ne û fikar hene ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.   Şervanên QSD û YPJ'ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrişên çeteyan.   Li gorî agahiyan li herêmê şer dewam dike.