Ji bo Rojava li Xaçort û Koyîçiyê meş 2026-01-26 22:39:39   WAN -  Meclîsa Ciwanan a DBP û DEM Partiyê li taxên Xaçort û Koyîçiyê ji bo Rojava meşiyan û gel vexwendin meşa mezin a 29’ê Çileyê.   Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi meclîsên xwe yên ciwanan ve li taxên Xaçort û Koyîçiyê ji bo piştgiriya Rojava meşek li dar xistin û gel vexwendin meşa mezin a ku dê di 29’ê Çileyê de bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li Wanê bikin.   Dirûşma “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî serok Apo” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” di taxan de olan da û şêniyên taxan jî bi tililî û çepikan piştgirî da girseyê.