Alîkariyên ji bo Rojava radestî Heyva Sor kirin 2026-01-27 11:41:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Alîkariya li navçeya Çemçemal ji bo Rojavayê Kurdistan hatî komkirin, radestî ofîsa Hevysa Sor a Kurdistanê ya li Silêmaniyê hate kirin.   Kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê dewam dikin, divê çarçoveyê de duh bi şev alîkariya li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê, ji bo Rojavayê Kurdistanê hatî komkirin, radestî ofîsa Heyva Sor a Kurdistanê ya li Silêmaniyê hate kirin. Wê Heyva Sor alîkariyan bigihîne Rojava.   Yek ji amadekarên kampanyaya alîkariyê ya li Çemçemal hatî destpê kirin, Hawta Ezîz ji ajansa mere axivî û got; “Di nava 3 rojên kampanyayê de alîkariyek baş hate komkirin û me radestî aliyên peywendîdar kir.”