Mexdûrên komkujiya Xerab Hişkê: Ji bo Kobanê rabin ser piyan 2026-01-27 13:46:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Birîndar û xizmên ku komkujiya çeteyan a li gundê Xerab Hişkê yê Kobanê bang li her kesî kir ku tavilê ji bo Kobanê rabin ser piyan.   Çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker komkujiyek li gundê Xerab Hişkê pêk anî ku di encamê de malbatek bi giştî hatin hedefgirtin. Di encama komkujiyê de 5 kes ji malbatekê şehîd ku heta niha jî di bin kavilan de ne û 5 jî birîndar bûn, ku di nav de zarok jî hene. Ruxmî ku agirbest jî hatibû ragihandin, lê çete bi hemû hovîtiya xwe êrîş dikin. Birîndar û xizmên wan ji ANF'ê re axivîn.   Birîndara ku lingê xwe ji dest dayî  Fatme Hec Mehmûd qala dema êrişê kir û got, "Min digot qey ez di xewnekê de me û di xew de agir bi min dikeve. Dema min li dora xwe nerî min dît dîwar tune û zarok digirîn" Fatme hec Mehmûd axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ez û hersê birayên min, me li zanîngeha Kobanê dixwend. Malbata min jî ji ber rewşa awarte gotin werin gund, gundê me jî navê xwe Xerabî Sarûncê bû. Lê ji ber ku êrîş destpê kiribûn, em li mala dotmama min man wê şevê. Em li odeyekê û herdu birayê min jî li odeya din. Derdora saet deh û nîvê bi şevê em ketin xew. Saet di 11'an de dengekî gelekî mezin dihat. Weke ku kesek bişewite li min wiha bû. Min got qey ez di xewnê de me. Lê dema ku min li dora xwe nerî. Min dît dîwar hemû li erdê ne. Tenê min dît zarok digrî. Min nikarîbû xwe bigihanda ser wî ji ber ku kavil li ser lingên min bû. Dema ku min hinekî xwe virde û wê de da û ew bilokên li ser lingê xwe rakirin. Min kir qîrîn. Birayên min li odeya din de bûn. Ew ber bi hawara min ve hatin."   Fatme hec Mehmûd bi dewamî got, "Em sê kes ji bin wan kavilan xilas kirin. Hîna jî kesên din di bin wan kavilan de bûn. Dest bi şer bû. Me nikarîbû ku em wan xilas bikin, ji seet 11`an heta seet 9 sibehê em li bendê rê bûn û şer dewam bû. Lê me niha xwe gihand Kobanê.”   Xizmên birîndaran jî Barî Hecî Mehmûd anî ziman ev êrîşker hov in û gelê me dike hedef û diyar kir ku divê êdî hemû cîhan ji bo Kobanê rabin ser piyan. Barî Hecî Mehmûd got, ""Ez li ser kar bûm, min li ser qinatan dît ku xizmên min rastî komkujiyê hatin e. Ew hemû mirov û xizmên min in, zarokên pismam, dotmam û xwîşkên min in. Şehîdên me yên di bin kavilan de hîna heta niha man e. Me tenê birîndarên xwe xilas kirin. Eger ku demildest ew birîndar batana xilaskirin, dibe ku ew şehîd jî nebûna."   Barî Hecî Mehmûd diyar kir ku ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk de bû û got: "Ev êrîş bi destê dewleta Tirk e, hemû kesî dike hedefa xwe. Em êdî bang li civaka navdewletî dikin ku ji bo Kobanê bibin seferber, ji ber ku Kobanê berevanî ji ber hemû cîhanê ve kirin. Dive êdî ev şer bê rawestandin."